Li Helebê êrîşa bi fuzeyan: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji ber êrîşên çeteyan ên bi fuzeyan ên li hemberî taxên Helebê 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Midûriyeta Polîsan a Herêma Helebê dest nîşan kir ku taxên El-Nîl, El-Suryan, El-Xalidiyê, El-Mokambo, El-Sebîl û Camiya El-Rehman ên Helebê bûne hedefa êrîşên çeteyan yên bi fuzeyan. Hat ragihandin ku di êrîşê de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi, dehan jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan rewşa hin ji birîndaran giran e û fikar hene ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe.