Li Hambûrgê sibehê Rojên Filmên Kurdî destpê dikin

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di navbera 25 û 31’ê Gulanê de aktivîteya 7. Rojên Filmên Kurdî ya Hambûrgê tê lidarxistin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di navbera 25 û 31’ê Gulanê de aktivîteya 7. Rojên Filmên Kurdî ya Hambûrgê tê lidarxistin. Sibehê aktivîte saet di 17:00’an de li Sînemaya Savoy a li ser rêya Stenîdammê destpê dike. Yekem belgefilmê jiyana şoreşgera jina Kurd Sakîne Cansiz a bi mijara ‘Sara- Jiyana min her tim şer bû’ tê pîşandan.

Aktivîteya ku bi beşdariya derhêner Bîrcan Delal Yildiz a ku filmên bi Kurdî û Tirk kişandî û jêrnivîsa bi zimanê Elmanî wê were pîşandan, wê bi mûzîka hûnermend Ozan Irmak destpê bike.

Bernameya 7.Rojên Filmên Kurdî ya Hamûrbgê ku hefteyekê didome, pir dewlemend e. Ji derveyî belgefilm, kurtefilm, wê roja Yekşemê jî di saet 15:00’an de ji bo zarokan bernameyek bê pêşkêşkirin.

7. Rojên Filmên Kurdî ya Hambûrgê ji aliyê Navenda Jinê ya Nûjiyan, YXK Hambûrg, Navenda Agahdarkirina Kurdistanê (ÎSKÛ) û Federasyona Ciwanan a Navbera Çandan (AGÎJ) tê organîzekirin, Weqfa Rosa Lûxembûrg û gelek sazî jî piştgirî dikin.

Ji bo agahiyên hê berfirehtir hûn dikarin serî li vê lînka jêr bidin:

http://kurdischefilmtage.blogspot.de/