Li Grazê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Rojava hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê û xaka Rojava li bajarê Graz ê Ewrûstûryayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate protestokirin.

Girseya ku di saet 15:00’an de li Sudtîroler Plaz kom bûn bi dirûşmên Elmanî yên weke “Tirkiye ji xaka Rojava derkeve”, “DAIŞ= Tirkiye”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin diyar kirin ku çavê dewleta Tirk li destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava bi dest xistine, hate diyarkirin ku divê gelê Kurd hê zêdetir li destkeftiyên xwe xwedî derkevin.

Binî hate xetkirin ku divê hêzên navneteweyî ji polîtîkayên xwe yên durûtiyê berdin, li dijî dewleta Tirk li gel Kurdan bikevin cih bigirin. Di çalakiyê de ji bo gelê Elman agahdar bikin belavokên ku bi Elmanî hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

 

...