Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya 'bêdem-bêdorveger' dest pê kir

Li Girtîgeha Şakranê, li dijî zext û zordariya tê kirin, greva birçîbûnê ya 'bêdem-bêdorveger' hat destpêkirin.

Girtiyên li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê ku bi binpêkirinên mafan û pêkanînên keyfî tê rojevê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. 8 girtiyên li Girtîgeha T2 ya Şakranê û 5 girtiyên li Girtîgeha T3 ya Şakranê di 15’ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kirin, 5 jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê diyar kirin ku ji îro pê ve ew jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêorveger dikin.

'BI RÊK Û PÊK ÎŞKENCEYÊ DIKIN'

Nûnera Însiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re ya Îzmîrê Selma Altan, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi Rewşa Awarte ya piştî darbeya 15'ê Tîrmehê dat îlankirin re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihiştine asta herî bilind. Altan, da zanîn ku li Girtîgeha Şakranê îşkenceya derûnî û fîzîkî ya li dijî girtiyan her tim tên rojevê û wiha got: "Îşkenceyê bi rêk û pêk dikin. Roja Sêşema bihûrî komek gardiyanan a ji 40-50 kesan pêk tê, dernexistina girtiyan a pêlavan kirin hincet êrîşî girtiyan dikin û girtiyên bi navê Yusuf Ozdemîr, Yusuf Aydin, Firat Çalkan û Vahdettîn Budak birîndar bûn. Piştî îşkenceya li odeyan hat kirin, Ozdemîr, Aydin, Çalkan û Budak birin odeyên bi sunger û li vir jî rastî îşkenceyek giran hatin. Li ser rûyê Yusuf Ozdemîr şopên derpkirinê hene, derxistin doktor û rapora derpkirinê girtiye. Girtiyê bi navê Yilmaz Suncak jî li gel ku emeliyat kirî bû hat derpkirin û doktor rapora derpkirinê nedan wî."

DAXWAZÊN GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Altan anî ziman ku ji bo dawî li pêkanînên tên meşandin girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha axivî: "Daxwazên girtiyan wihane; dawî li zextên girtîgehê bên anîn, dawî li serdegirtinên gardiyanan ên odeyan bê, peywendî di nava kawişan de bê pêkanîn, pêkanîn bikaranînên qertên berstû bên rakirin, aktîvîteyên civakî bên pêkanîn, rakirina sînorkirina pirtûkan, dawî li tacîzên gardiyanan ên dema hevdîtinan de bê, girtiyên nexweş bên dermankirin û pêkanînên sekna bingehîn ên dema hejmartina li girtîghenê bên bidawîkirin. Eger daxwazên wan neyên pêkanîn wê girtî çalakiya xwe bidomînin. Em ji tendirûstiya girtiyan bi fikarin. Em bang li hemû rayedaran dikin ku peywira xwe bînin cih. Em Wezîrê Dadê dewetî peywira wî dikin. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî van pêkanînan bi hestiyar tevbigere."