Li Girtîgeha Osmaniyeyê binpêkirina mafan di asteke xetere de ye

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T Hemara 2. a Osmaniyeyê, ji ber bîberona şîr tê de bû bi hinceta 'qedexe' ye nehişt malbat tevlî hevdîtina vekirî bibe. Malbatên li dijî vê derketin rastî cezayê 6 mehan ê qedexekirina hevdîtinê hatin.

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T Hemara 2. a Osmaniyeyê, ji ber bîberona şîr tê de bû bi hinceta 'qedexe' ye nehişt malbat tevlî hevdîtina vekirî bibe. Malbatên li dijî vê derketin rastî cezayê 6 mehan ê qedexekirina hevdîtinê hatin.

Ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2. a Osmaniyeyê tê ragirtin Hasan Gulbahar, nameyek ji ANF'ê re şand û bûyerên li girtîgehê qewimîn, vegot.

Malbata hikumxwar Îbrahîm Aksoy, ji bo hevdîtina vekirî hat girtîgehê. Lê belê ji ber bîberona şîr a li gel pitika malbatê, gardiyanan bi hinceta 'qedexe' ye nehiştin malbat bikeve cihê hevdîtinê. Malbatê ji gardiyanan re got, 'di şûşeyê de şîr heye, em dikarin li pêş çavên we bidin pitikê. Ji xwe 3 mehî ye. Me got, eger bigirî em ê bidin, ji bo aş bibe'. Lê belê malbatê nekarî gardiyanan îqna bike.

Di dema vê nîqaşê de gava yek ji ziyaretvanan ji wezîfedar re got, 'hûn vê erkê ji ku werdigirin, hûn kî ne?' îdareya girtîgehê rapor nivîsand û cezayê qedexeya 6 mehan a hevdîtinê da her sê ziyaretvanan. Piştî vê nîqaşê, malbatê şîrê pitika xwe avêt çopê û bi vî rengî tevlî hevdîtinê bû.

Girtiyan diyar kirin, ku îdareya girtîgeha Osmaniyeyê kêm maye, ji ber kuxikê ceza bide girtiyan û diyar kirin ku hinceta 'rûyê lihêfê qetiya ye' li du mehpûsan cezayê 9 mehan ê ragirtinê hatiye birîn. Li 26 kesan, bi hinceta 'çalakiya lêdana li derî pêk anîne' 5 heta 11 rojan cezayên hucreyê hatin birîn.