Li girtîgeha Çûkûrovayê êşkence û binpêkirinên mafan

Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê çû serdana girtîgehên li herêma Çûkûrovayê û têkildarê êşkence û binpêkirinên li ser girtiyan hatinî kirin rapor amade kir.

Parêzerên endamên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê serdana Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F, Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa T, Girtîgeha Osmaniyeyê ya Jimara 1’an û 2’yan a Tîpa T, Girtîgeha Turkogluya Mereşê ya Jimara 1’an û 2’yan a Tîpa L ên li herêma Çûkûrovayê ne kirin. Komîsyonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir rapor û vê raporê li avahiya ÎHD’a Edeneyê bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Edeneyê parêzer Serhat Okmen raporê xwend.

Serhat Okmen destnîşan kir ku binpêkirinên mafan herî zêde li girtîgehên Kurkçuler Tîpa F û Tîpa T, girtîgehên Turkogluya Mereşê ya Jimara 1’an û 2’yan a Tîpa L diqewimin û di salên dawî de her cûre binpêkirin û tehde li girtiyên girtîgehên herêma Çûkûrovayê tê kirin. Okmen diyar kir ku rêveberiyên girtîgehan cezayên disiplînê yên kêfî li girtiyan dibirin.

Okmen da zanîn ku li Girtîgeha Kurkçulerê ya Tîpa F’yê leşker û gardiyan “lêgerîna nava dev” li girtiyan ferz dikin. Okmen destnîşan kir ku gelek girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û girtî bi tehdeyên giran re rûbirû ne. Okmen anî ziman ku li girtîgehan yek ji xalên girîng paqijî ye û qawîşên girîgehan qirêjî ne û ev yek bandorê li ser tenduristiya girtiyan dike.

Okmen bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û destnîşan kir ku girtiyên nexweş kelemçekirî tên tedawîkirin û her wiha terkî mirinê tên kirin. Okmen anî ziman ku rojname, kovar, pirtûk û name ango tiştên ku ragihandinê dikin nadin girtiyan û mafê dema hevdîtinê yên girtiyan hatine kêmkirin. Okmen diyar kr ku xwarinên paqij û xwarinên dikaribin girtiyan li ser pêya bigirin nadin girtiyan, lewma bandoreke nebaş li ser tendirustiya girtiyan çêdike.