Li Girkê Legê rewşenbîr û partiyan Ocalan silav kirin

Li Girkê Legê rewşenbîr û partiyên siyasî, bi boneya komploya 15’ê Sibatê aktivîte li dar xistin û berxwedana Ocalan a li Îmralî silav kirin.

Yekîtiya Rewşenbîrên Girkê Legê, bi boneya salvegera komploya 15’ê sibatê aktivîteye organîze kir, berxwedana Îmralî silav kirin. Aktivîteya li Navenda Yekîtiya Rewşenbîrên Girkê Legê hate organîzekirin bi dehan reşenbîr, partiyên siyasî û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl beşdar bûn.

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran Biradost Mîîtanî, berxwedana Îmaralî silav kir û komplo şermezar kir.

Edamê Yekîtiyê Ebdulhelîm Ehmed jî diyar kir ku bi saya felsefe û fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmê jiyana hevpar hate avakirin, gel di nava biratiyê de dijî û wê xebatên federasyonê hê xurtir bikin.

Endamê Komeleya Çanda Suryaniyan Josef Lehdo jî wiha got: “Rêber Apo bi rêbazên nû demokrasî pêş xist. Azadî jî bi awayê herî baş û rast pêşkêşî civakê kir. Ev fikrên nû ji beriya niha nehatibûn dayîn û li ser vê fikra nû çanda şaristaniyê ji nû ve tê avakirin.

Şaêr Ezedîn Lilêman, Laleş Heybet, Husên Hibo, Seîd Yûsif û şaêrên Ereb Reşîd El- Zûbêdîn Ocalan û helbestên berxwedanê xwendin.

PARTIYÊN SIYASÎ: BIKEVIN NAVA TEVGERÊ!

Nûnerên partiyên siyasî yên li Girkê Legê li buroya PYD’ê kom bûn, têkildarî komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.

Nûnerên Partiya Komunîst a Kurdistan, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê (Yekîtî), Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd, Partiya Nûjen a Demokratîk a Kurdistanê, Yekîtiya Lîberal, Partiya Aştiyê a Demokratîk a Kurd, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Komeleya Çandî ya Suryan amade bûn û bi hev re daxuyanî dan.

Daxuyaniya hevbeş a Partiyên Siyasî ji bo şermezar kirina komploya navdewletî ji aliyê endamê Partiya Komunîst a Kurdistanê Rohat Omer ve hat xwendin. Di metnê de wiha hate gotin: “Destkeftiyên kul i Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatine bi dest xistin, avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, serkeftinên şervanên azadiyê, bi felsefeya Rêber Apo jiyanî bûne. Em li vir bang li hemû civakên navneteweyî dikin; ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bikevin nava tevgerê.