Li Geverê polîsan êrîşî gel kirin: 3 kes bi giranî birîndar bûn

Li navçeya Colemêrg Geverê, polîsan û tîmên taybet duh nîvê şevê tevî bi dehan wesayîtên zirxî êrîşî taxên Yeşîldere û Dize kirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, polîsan û tîmên taybet duh nîvê şevê tevî bi dehan wesayîtên zirxî êrîşî taxên Yeşîldere û Dize kirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê duh bi şev polîsan li dijî taxên Yeşîldere û Dizeyê bi dehan wesayîtên zirxî ve operasyon pêk anîn. Polîsan taxa Dize dorpeç kirin û bi şev seat de 03.00'an de rasterast êrîşî mal û bendan kirin. Di encama gulebaranê de Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz û 2 ciwanên ku navên wan nehat zanîn birîndar bûn. 

Çapraz a ku bi giranî birîndar bû ji ber ku ambulas ji ber dorpêça polîsan nekarî bikeve nava taxê bi wesayîteke sivîl rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Çapraz a ku hat emeliyatkirin, rewşa tenduristiya wê hînê xetere ye. Ciwaneke birîndar jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hate emeliyatkirin. Ciwanê din jî ji aliyê welatiyên taxê ve hate dermankirin. 

Li hemberî êrîşan welatiyan dest bi berxwedanê kirin û li taxê yek ji wesayîtekî zirxî hate derbkirin û yek jî hate îmhakirin. Ji bo ku wesayîta li taxa Dizê bê rakirin maşîneyek hate taxê. Piştî ku êrîş hate bihîstin welatiyên navçeyê ber bi taxa Dize ve herikin û hewl dan bigihîjin taxê. Polîsan bi bombeyên gazê û çekan ve êrîşî gel kirin. Li taxê êrîşa polîsan jî berxwedana gel jî didome.