Li Gare du Mîdî ya Brukselê çalakiya ji bo Ocalan

Li paytexta Belçîka Brukselê, komek ji çalakgeran li Gare du Mîdî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist.

Li paytexta Belçîka Brukselê, komek ji çalakgeran li Gare du Mîdî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist.

Çalakgeran danê êvarê saet di 17:00 de, bi t-shîrtên ji wêneyên Ocalan û pankartên bi nivîsên ji bo azadiya Ocalan li salona mezin a gara renê Mîdî çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Çalakgeran li ser rewşa Ocalan, ku piştî hewldana darbeyê fikar zêde bûne, belavok belav kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Kujer Erdogan" û "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn. Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Fransî bi dawî bû.

...