Li Fransayê xwepêşandanên li dijî nîjatperestiyê belav dibe
Li Paytexta Fransa Parîsê 2’ê Sibatê piştî ku 4 polîsên Fransî li Aûlnay-Soûs-Boîsê ciwanê 22 salî yê bi navê Teo şidet û bi jop destdirêjî li ser kirin û şûnde xwepêşandanên ku derketîn li tevahiya welat belav bû.
ANF
PARÎS
şemî, 18 reşemiyê 2017, 18:13
Çalakiyên protestoyê yên li Banliyonên Parîs ê ku bi rojane didome, îro jî li gelek bajarên Fransa belav bûn.
Li Qada Repûblîqûe ya Parîsê sedîkavan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên dijî nîjatperestiyê bi hezaran kes li hev civiyan, li dijî helwesta nîjatperestî ya polîsên Fransî û şidetê xwepêşandanekî protestoyî li dar xistin.
Piştî mîtînga li Qada Repûblîqûeyê û şûnde şerê di navbera xwepêşandan û polîsan de derketî hê jî dewam dike.
Îro li gel bajarê Parîs, li Rennes, Dîjon, Poîtîers, Nîce û Noûenê çalakî hatin lidarxistin û bi dehan kes hatin binçavkirin.