Li Frankfûrt û Dortmûndê çalakiyên kon

Li bajarên Frankfûrt û Dortmûnd ên Elmanyayê, çalakiyên kon ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan didomin.

Çalakiya ku ev 10 roj in li Haûptwache ya Frankfûrtê didome, ji aliyê tevgera jinê ve dewr hat girtin. Meclîsa Jinê ya Nûjîn li Hanaû, Meclîsa Jinê ya Sara li Offenbachê û Meclîsa Jinê ya Rosa li Darmstadtê, hatin gel hev. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Her wiha Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera çalakiya xwe de hat bîranîn.

Di çalakiya ku Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr jî di nav de hebû, banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê hat kirin.

DORTMÛND

Çalakiya li Dortmûndê jî bû hedefa provokasyona faşîstên Tirk. Polîsên Elman li hemberî vê êrîşê bêdeng ma. Ev êrîşên du rojin pêk tên bi plankirî tên kirin û polîsên Elman jî çavên xwe li digirin. Her wiha daxwaza lêpirsîna nasnameyên endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat kirin. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî vê hewldana polîsan dan.

Tevî hemû êrîşan jî çalakiya kon didome. Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin.

...