Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Ewropayê HDP'ê starta xebatên hilbijartinê da

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E), FEDA, CÎK, FKÊ, Ciwanên Azad, Konseyên Kurd ên li welatên Ewropayê û Navendên Civaka Demokratîk, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê civînek lidar xistin.

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E), FEDA, CÎK, FKÊ, Ciwanên Azad, Konseyên Kurd ên li welatên Ewropayê û Navendên Civaka Demokratîk, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê civînek lidar xistin.

Di civîna li bajarê Hollanda Den Haagê de, kêmasiyên beriya niha di xebatên hilbijartinê de hatin kirin hatin nirxandin. Di rojeva civînê de serenavên 'xwegihandina hilbijêran, birin û anîna hilbijêran û bi awayekî ewle bikaranîna dengdan' hatin nîqaşkirin.

'HDP WÊ BIBE PARTIYA YEKEMÎN'

Di civînê de ji bo xebatên hilbijartinê yên di 2'ê Îlonê de destpê bikin, plan hat amadekirin û biryar aht dayîn ku hejmara xebatkarên HDP'ê yên li Ewropayê bên zêdekirin. Di civînê de hat ragihandin ku ji ber hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê vê carê di nava şert û mercên şer de tên kirin, divê li Ewropayê dengekî gelekî zêdetir were dayîn û hat destnîşankirin, ku girîng e HDP li Ewropayê bibe partiya yekemîn.

PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ

Pêvajoya xebatên hilbijartinê ji bo hilbijêrên li derveyî welat bi vî rengî ye:

"2'ê Îlonê: Li ser navnîşana www.ysk.gov.tr îlankirina lîsteya hilbijêran ji dengdayîna li derveyî welat û destpêkirina dijderketinan,

10'ê Îlonê: Bi dawîkirina îlana lîsteya hilbijêrên li derveyî welat li ser malpera www.ysk.gov.tr û nivîsandina raporê li ser vê yekê,

15'ê Îlonê: Roja dawî ya dijderketina li lîsteyên herêma sindoqê û dijderketina li guhertinên dawî,

20'ê Îlonê: Weşandina agahiyên li ser cih û dema dengdayîna li derveyî welat li ser navnîşana www.ysk.gov.tr 

29'ê Îlonê: Qedandina xebatên perwerdeyê ji bo serok û endamên desteya sindoqê yên li derveyî welat û li deriyên gumrukê

4'ê Cotmehê: Destpêkirina dengdayînê li nûnertiyên li derveyî welat û deriyên gumrukê,

25'ê Cotmehê: Bidawîbûna dengdayîna li nûnertiyên derveyî welat."

PLANSAZIYA JI SÊ QONAXAN

Di civînê de plansaziyeke xebatê ya ji sê qonaxan hat amadekirin. Li gorî vê yekê; heta 10'ê Îlonê wê hilbijêr bên qeydkirin û qeyd werin kontrolkirin, heta 8'ê Cotmehê têkilî bi hilbêran re bê danîn û projeya HDP'ê ji hilbijêran re were ragihandin. Di qonaxa sêyemîn de jî wê hilbijêran bibin ser sindoqan û ewlekariya sindoqan bê kirin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku komîsyonên hilbijartinê wê bi ruhê seferberiyê bixebitin.