BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakiyên protestoyî ên li dijî dek û dolabên referandûmê didomin

Li Brûksel, Dusseldorf, Berlîn û Den Haagê çalakiyên protestoyî yên li dijî dek û dolabên AKP/MHP’ê yên referandûmê didomin.

BRÛKSEL

Li paytexta Belçîka Brûkselê bi banga ‘Platforma Na’yê li ber Konsolosxaneya Tirk, roja Înê set 16.00’an gel hate cem hev û gotin, ‘’Na, hê neqediyaye, têkoşîn didome’’
Di çalakiyan de çalakiyên li metropolên Tirkiyê hate slavkirin. Piştre hate gotin, ‘’Heta kengî wê bidizi? Heta kengî ev nehiqûqî? Heta kengî ev şer, girî? Ev referandûm ne meşrû ye. Heke Erdogan bi diziyê xwe serkeftî dibîne pir dixape. Na, hê neqediyaye, em ê bi hev re têkoşînê bidomînin.’’

 

DUSSELDORF

Li Dusseldorf a Elmanya bi pêşengiya YJK-E, Navenda Civaka Kurd  a Demokratîk, HDK-A, Komeleya Çandê ya Elewiyan saet 18.00’an li Stesyona Navendî ya Trênê çalakî hate kirin û heta 19.00’an dom kir.

Di çalakiyê de hate gotin hêzên desthilatdar li Tirkiyê serkeftineke derewan radigihînin, AKP-MHP li gel ew qas dek û dolaban jî bi ser neketine, heta ku dadmendî pêk were wê kuçeyan neterikînin. Di çalakiyê de tim hate gotin, ‘’Hê neqediyaye, têkoşîn berdewam e.’’

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî bi pêşengiya HDK Berlîn meşa ‘na, hê neqediyaye, hê nû dest pê dike’  pêk hat. Di meşê de NAV-DEM, Tevgera Hazîraê û gelek sazî û dezgehên çepgir, şoreşger, demokratk ên Berlînê jî hazir bûn.

Meşê saet 18.00’an li Hermanplatzê dest pê kir û li Oranîen Platzê bi axaftin û govendê qediya.

NAV-DEM’ê daxuyanî da û ji bo mîtînga ku îro saet 16.00’an wê li ber Parlamentoya Federal a Elmanya ‘Ji Dîktatoriyê re na’ û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlêbûnê kir.

DEN HAAG

Li Den Haag a Hollanda jî dek û dolabên dewleta Tirk ên di referandûmê de bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Bi pêşengiya ‘Platforma Na’ mîtîng pêk hat û pankartên şermezarkirina dewleta Tirk a di referandûmê de hatin vekirin.

Ji hêla MLKP, DAP-DER, TJKK-E’yê ve bi Kurdî, Tirkî, Hollandî daxuyanî hatin dayin, mîtîng bi stran û govendê bi dawî bû.