Li Erîvanê komkujiya Enqereyê hat protestokirin

Li paytexta Ermenîstan, Erîvanê bi civînekê komkujiya Enqereyê hat protestokirin.

Li paytexta Ermenîstan, Erîvanê bi civînekê komkujiya Enqereyê hat protestokirin.

Bi armanca protestokirina komkujiya li Enqereyê li bajarokê Oktonberiya yê Erîvana Ermenîstanê civînek hat lidarxistin. Civîna ku ji aliyê Kurdistan Komîte ve hat organizekirin, ji bo bîranîna şehîdên aştiyê yên komkujiya Enqereyê bi rêzgirtinê destpê kir.

Axaftina destpêkê Adîl Cotkar kir û bal kişand ser têkîliya AKP’ê û zîhniyeta komkujeriyê. Cotkar piştî ji malbatên şehîdên aştiyê re sersaxî xwest, got: “Pêwîst e em destpêkê vê dewleta qatil a Tirk protesto bikin. Dewleta Tirk bûye dijminê gelê Tirkiyeyê, bûye gurê har, ji xwîna gelê me têr nabe. Ev êrîşa ne ya destpêkê bû ne jî wê ya dawiyê be.”

Cotkar zîhniyeta komkujerî ya AKP’ê bê ka li Kurdistanê çi dike jî bi bîr xist û wiha axivî: “Komkujiya li Enqereyê pêk hat, li Cizîr, Gever, Colemêrg, Amed, Silopiya, Farqîn, Licê, Gimgim û Pirsûsê jî pêk anîn. Hem gelên me hem jî şehîdgehên me qetil dikin.”

Adîl Cotyar herî dawî soza bilindkirina têkoşînê da û got: “Em dibêjin êdî bes e!”

Piştre mafê axaftinê Dayika Kubar Kelaşyan wergirt, sersaxî ji malbatên şehîdên aştiyê re xwest, hêviya şifayê ji bo birîndaran xwest. Dayika Kubar jî wek dayikek şehîdan got: “Dilên me dayikan gelekî dişewite. Dewleta Tirk niha li Kurdistanê jî komkujiya pêk tîne. Ez lanetê li dewleta Tirk dibarînim.”

Dayika Kelaşyan xweseriya Rojava, berxwedana Şengalê û îlankirinên xwerêberiyên Bakurê Kurdistanê silav kir û got: “Em dema wek gel di nav berxwedanê de li hev dinêrin, em gelekî bi hev kêfxweş dibin.”

Di civînê armanca komkujiya Enqereyê jî hat şîrovekirin û piştre civînê bi pirs û bersivan berdewam kir. 

Bi dirûşmên, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo”  civîn bi dawî bû.

...