Li Enqere, Çewlîk û Xarpêtê: 24 kes hatin girtin

Li Enqere, Çewlîk û Xarpêtê, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 24 kes hatin girtin.

Li Enqerê ji 22 kesên ku operasyonên 14’ê Sibatê de hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin.

Ayhan Kaplan, Abdurahman Orman, Mehemt Ergen, Mehet Tûran, Bîlal Tataoglû, Dîlan Çetîn, Gulsûm Ozguç, Nûr Sen Haktanir, Sîpan Kahraman û Baûram Ozcan ê ku ji ber parvekirinên li ser tora civakî yên mîna “Li ser tora civakî propagandakirina rêxistinê û heqaret li Serokkomar kirine” derxistibûn pêşberî dozgeriyê hatin berdan , Pîanîst Dengîn Ceyan bi sûcê “Heqaret li Serokkomar kiriye” û welatiyê bi navê Osman Aldenîz jî bi sûcê “Propagandakirina rêxistinê” ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sûlh a Enqerê ve hatin girtin û şandin Girtîgeha Sîncarê.

ÇEWLIK

15 kesên ku di serdegirtinên malan ên 13’ê Sibatê li navçe û navenda Çewlikê de hatibûn binçavirin, piştî îfadeyên wan ên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 15 kesên ku piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 10 jê hatin girtin û 5 jî bi kontrola edlî hate berdan.

Navê kesên ku şandine Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê wiha ne: Endamê PM’yê DBP’ê Adnan Sari, Îlhan Çakabay, Serhat Tûma, Edîp Kaynar, M. Alî Karadenîz, Ozcan Kiliç, Mûhammet Hancioglû, Sîdar Serînyel, Selîm Balûken û Kanî Sonmez.

Di serdegitinên li gundikê Cir û gunêd Hasanova yên girêdayî navçeya Kanîreşê jî Şahîn û Rahmî Boylû û Şukru Gungor hatibûn binçavkirin. Bi îfadeya şahidên veşartî her 3 kes bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin.

XARPÊT

9 kesên ku di serdegirtinê malan yên li navçeyên Dep, Quwanciyan û navenda Xarpêtê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

9 kesên ku hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê navê wan nehatin zanîn.

MELETÎ

Îfadeya 31 kesên ku di 13’ê Sibatê de li Meletiyê di serdegitinên malan de hatibû binçavkirin hatin girtin. Ji 31 kesên ku ji bo îfadeya wan bên girtin sewqî edliyeyê hatin kirin 5 kes hatin berdan û hê jî îfadeya 26 kesan didome.