BI DÎMEN

Li Elmanya û Kanadayê kampanya dengê 'NA' dest pê kir

Li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarên Hannover û Frankfûrt ên Elmanyayê, di çarçoveya kampanya dengê 'NA' de zend û bend hatin badan.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarên Hannover û Frankfûrt ên Elmanyayê, di çarçovey kampanya dengê 'NA' de zend û bend hatin badan.

HANNOVER

Li paytexta eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê, xebatên kampanya 'NA' dest pê kirin.

Bi vê armancê nûnerên HDK-H, NAV-DEM, NAV-YEK, Meclîsa Jinê ya Ronahî, FÎDEF, SYKP, ATÎF, ADHK, gelek saziyên demokratîk ên li Peîne, Salzgîtter, Hîldesheîm, Braûnschweîg û gelek kesayet di civînekê de nêrînên xwe parve kirin.

Biryar hat dayîn, ku li eyaleta Nîedersachsenê komîsyon werin avakirin.

Di civînê de ev mesaj hat dayîn: "Mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê, em ê meydanê vala nehêlin. Em ê bi gelê xwe yê Kurdistan û Tirkiyeyê re bin. Em ê rê nedin faşîzmê. Em nema dikarin xwe li komkujiyên ji aliyê dewletê ve tên kirin rabigirin; cihê Hîtlerekî nû li vê cîhanê nîne."

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi pêşengiya platforma NA ya Ewropayê, Platforma NA ya Frankfûrtê ava bû.

Civîna li ser mijarê li Mala Gel a Frankfûrtê pêk hat û gelek kesên li Frankfûrt û derdora wê dijîn tevlî civînê bûn.

Endamê Meclîsa HDK'ê ya Elmanyayê Mehmet Emîn Yildiz li civînê axivî, bal kişand ser plansaziyê û diyar kir, ew ê qeyda hilbijêrên neqeyidkirî ne bikin, hilbijêran bibin ser sindoqan û ewlekariya sinodqê pêk bînin. Her wiha wê ji bo kampanyayê hin kesan bişînin Tirkiyeyê.

Hevseroka HDK-F Şengul Yalçin jî got, "Ji bo kampanya 'NA' divê em tenê bi derdora xwe re nebilin. Lazim e em xwe bigihînin mirovên ne nêzî me jî. AKP ji bo dengê 'erê' li mizgeftan propagandayê dike. Divê em jî rahêjin materyala xwe, biçin mizgeftan û li wir karê xwe bikin. Pêwîste em di nava ciwanan de propagandayeke baş bikin û ciwanan li dora kampanya 'NA' bi rêxistin bikin."

Di civînê de koordînasyonek ji 9 kesan hat diyarkirin.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, komploya 15'ê Sibatê bi meşekê hat şermezarkirin. Meş ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve hat lidarxistin û tevî Kurdan û dostên wan, malbatên cangoriyên YPG'ê yê Kanadayî jî tevlî bûn.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, ku heta Ocalan azad bibe wê Kurdên li Torontoyê têkoşîna xwe bidomînin.

Girseya gel, piştî nîşandana sînevîzyonê, bi qasî 6 saetan 25 kîlometre meşiya.