BI DÎMEN

Li Elmanya, Fransa û Swîsreyê çalakiyên ji bo Nisêbînê

Li bajarên Saarbrucken, Freîbûrgê, Bern û Rennesê, ji bo silavkirina berxwedana Nisêbînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Elmanya Saarbrucken û Freîbûrgê, li bajarê Bern ê Swîsreyê û li bajarê Fransa Rennesê, ji bo silavkirina berxwedana Nisêbînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin.

BERN

Li paytexta Swîsre Bernê, li ser banga KCD-E Kurdistanî û endamên tevgerên çep ên Tirkiyeyê ber li stasyona trenê li hev civiyan.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên şer a li hemberî Nisêbînê hat şermezarkirin. Di çalakiya ku gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin de nûnerê MLKP'ê Tayfûn Tayfûn û li ser navê Dem-Kurd Bernê Halîm Dayan axivîn. Qisekeran li dijî hewldanên komkujiyê banga çalakiyan kirin.

Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" û "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" bi dawî bû.

RENNES

Li bajarê Fransa Rennesê jî Kurdistaniyan bi pêşengiya Ciwanên Azad û Tevgera Jinê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Nisêbînê û bêdengiya cîhana rojava şermezar kirin.

Di çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya televîzyona France3 de, afîşên têkildarî êrîşên qirkirinê hatin vekirin û belavok hatin belavkirin. Çalakgeran piştre bi rayedarên televîzyona France3 re hevdîtin kirin. Rayedaran diyar kirin, ew rewşa li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û wê hîn bêhtir cih bidin van bûyeran.

Piştî hevdîtinê, çalakgeran bi qîrîna dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Elmanya Saabruckenê, Kurdistaniyan li ber Europa Galerîe çalakî pêk anîn û li dijî hevkariya Tirkiye û Elmanyayê dirûşme qîriyan. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û êrîşên qirkirinê yên li bajarên Kurdistanê tên kirin û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê hatin şermezarkirin.

Çalakgearn bang li dewletên Ewropayê kirin, ku bes bêdeng bin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, li ser banga NAV-DEM'ê bi beşdariya bi sedan kesî çalakieyk hat lidarxistin.

Girseya gel a li Kartoffelplatzê li hev civiya, ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Kujer Erdogan", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" hatin qîrîn. Polîsên Elman bi hinceta, qîrîna dirûşmeya "Bijî Serok Apo" qedexe ye xwestin dest li xwepêşandanê werdin. Piştre xwest ciwanekî Kurd ji ber qîrîna "dirûşmeya qedexe" binçav bikin. Komîteya amadekar ket navberê û ciwanê Kurd ji nava lepên polîsan derxist. Tevî hemû tehrîk û provokasyonên polîsên Elman jî çalakî bêyî bûyereke neyînî biqewime, bi dawî bû.

...