Li Edeneyê dema destgîrkirina 37 kesan 4 rojên din hat dirêjkirin

Dema destgîrkirina 37 kesên ku di 27'ê Hezîranê de li Edeneyê di operasyonên li dijî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de hatibûn destgîrkirin 4 rojên din hat dirêjkirin.

Serdozgeriya Komara Tirk ya Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de di 27’ê hezîranê de der barê 38 kesan de biryara destgîrkirinê. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Edene, li Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser gelek malan de hate girtin û 37 kes hatin destgîrkirin. Hate hînbûn ku kesên hatine destgîrkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "li ser navê rêxistinê xebat bi rê ve birine" hatine destgîrkirin û li ser dosyaya wan biryara nepen heye. 37 kesên hefteyeke li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê tên ragirtin û hêj îfadeyên wan nehatine wergirtin ji bo dema destgîrkirina wan cara duyemîn bê dirêjkirin anîn edliyeyê. Li ser daxwaza dozgeriyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar a Edeneyê, dema destgîrkirina 37 kesan 4 roj din dirêj kir. Piştî biryarê 37 kes careke din birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.

NAVÊN KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Ûzûn, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav, Ayşe Irmak, Şîrvan Aksoy û Tacettîn Başar.