Li Dresdenê rakirina destlênedayînê hate şermezarkirin
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê rakirina destlênedayînê hate protestokirin.
ANF
DRESDEN
sêşem, 24 gulanê 2016, 15:28
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd a li Elmanya, rakirina destlênedayîna parlamenterên HDP’ê li pêşiya avahiya parlamentoyê bi daxuyaniya çapemeniyê protesto kirin. Parlamenterê DIE LINKE Gorlîts Mîkro Schûltze û gelek Elman beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat diyarkirin ku rakirina destlênedayîna parlamenteran weke şermek ya demokrasiyê tê dîtin.
Bal hate kişandin ku bêdengbûna Serokwezîra Elmanya Angela Merkel tê wateya piştgirîkirina Erdogan.
Dosyayên ku têkildarî destlênedayînê amade kirine, bi rêya parlamenterê Dîe Lînke Mîkro Schûltze wê radestî parlementoya Dresdenê bê kirin.
Têkildarî rakirina destlênedayînê jî gelek belavok hatin belavkirin.