Li Dortmundê protestoya komkujiyê

Li bajarê Elmanya Dortmundê komkujiya li Enqereyê hat protestokirin.

Li bajarê Elmanya Dortmundê komkujiya li Enqereyê hat protestokirin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Rozerîn, ji ber komkujiya li Enqereyê ji bo protestokirina AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li ber Dortmund HB Katharinnentreppe, standa enformasyonê û qorziya bîranîna hat avakirin.

Di standê de heman demê, li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Têkildarî komkujiya li Enqereyê pêşangeha wêneyan hat vekirin û ji bo şehîdên aştiyê find hatin pêxistin.

Tevî şert û mercên xerab ên hewayî jî jinan diyar kirin ku wê çalakiya xwe bidomînin.