Li dijî komplo û qetlîaman meş û rojiya berxwedanê

Kurdên derveyî welat li dijî Komploya 15’ê Sibatê û qetlîamên AKP’ê çalakiyên xwe didomînin. Civaka Îslamiya Kurdistan li mizgeftan dest bi rojiya berxwedanê kir, meşên dirêj jî dewam dike.

Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) li dijî qetlîamên AKP’ê li mizgeftên Lûdwîgshafen û Freîbûrgê ‘li dijî zilmê rojiya berxwedanê’ da destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya CÎK’ê de hat diyarkirin ku AKP’e li Bakurê Kurdistanê qetlîaman li ser mirovên bê parastin dike, wiha got: “Em bang li gelê xwe yê Misilman dikin ku di serî de Lûdwîgshafen û Freîbûrg, li her derê ku lê ne tevlî rojiyên berxwedanê bibin, piştgiriyê bidinê û xwedî lê derkevin.”

Di daxuyaniyê de ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya roja Înê li mizgeftan jî banga tevlîbûnê hat kirin.

Endamên Şûraya CÎK’ê Melle Muhyeddîn, Hacî Sabrî, Hacî Mehmet Alî Zone, Hacî Cûma, Melle Marûf, Mehmet Alî Atay, Hacî Abdûlkadîr û Mele Hesen bi gel re li Mizgefta Îbrahîm Xelîl a Lûdwîgshafen û Selahattînî Eyyûbî ya Freîbûrgê yên li Ewropa dest bi rojiyên berxwedanê kirin.

Navnîşanên mizgeftên ku rojiyên berxwedanê lê hene wiha ne:

"Ludwigshafen 
Mizgefta Îbrahim Xelîl 
Kaiser-Wilhelmstrasse 69,
67059 Ludwigshafen
Freiburg
Mizgefta Selahattin Eyyubi
Karlsruherstrasse 50,
79108 Freiburg."

SAARLAND

Kurdistaniyên li eyaleta Saarland a Elmanya meşa dirêj a bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê despê kirin, didomînin. 
Kurdistaniyan meşa di saet 09.00’an de destpê kirin piştî 23 kîlometre li pey xwe hiştin gihiştin bajarê Bûrbach. Kurdistaniyên li bajarê Volklîngen navbera xwarinê danê mîtîngek li dar xistin.
Her wiha ji bo protestokirina zextên polîsên Elman ên li ser meşvanan û qeydên kamerayên polîsan jî li bajarê Boûs çalakiya rûniştinê ya nîv saetê hat lidarxistin.
Piştî nîqaşan polîsan dest ji dîmengirtinê berdan. Li ser vê jî meşvanan meşa xwe dewam kirin. Kurdistaniyên sibehê saet 09.00’an wê dest bi meşa xwe bikin piştî meşa 7 kîlometreyan wê li pêşiya parlamentoyê ve mîtîngekê li dar bixin û meşa xwe bi dawî bikin.

TÎROL

Meşa li eyaleta Tîrol a Ewûstûrya ya li dijî Komploya 15’ê Sibatê û qetlîamên AKP’ê destpê kir dewam dike. Girseya duh ji bajarê Telfs ê Tîrolê dest bi meşê kir, îro jî ji bajarê Zîrl dest bi meşê kir.
Girseya hedef dike danê êvarî bigihêje Înssbrûckê, wê li vir mîtîngekê li dar bixe.

...