BI DÎMEN

Li dijî êrîşên AKP’ê li Elmanya û Awûstûryayê çalakî

Êrîşên AKP’ê ya li dijî kantona Efrînê û tevahiya Rojava, li Elmanya û Awûstûryayê bi çalakiyan hat protestokirin.

VIYANA

Êrîşên dewleta Tirk a li dijî kantona Efrînê ya Rojava, bi mîtîngek li ber Parlamentoya Federal a Awûstûryayê hat protestokirin.

Di çalakiya protestoyê de ku ji hêla Komîsyona PYD’ê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê hat lidarxistin, êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk hat şermezakirin. Di çalakiyê de pankart hat hilgirtin û belavok hatin belavkirin.

Nûnerê PYD’ê yê Awûstûryayê Dr. Sabrî di çalakiyê de axivî û got; “Em van êrîşên Erdogan û çeteyên wî bi tundî şermezar dikin. Li dijî van êrîşan pêwîst e tevahî gelê me yê li her parçeyê Kurdistanê bibe yek.”

Dr. Sabrî bang li welatên Ewropî jî kir, destnîşan kir ku YPG û YPJ’ê ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, her wiha ji bo ewlehiya tevahî cîhanê şer kirine. D. Sabrî daxwaz ji welatên Ewropa û civaka navneteweyî kir ku demildest li dijî Erdogan û çeteyên wî nerazîbûnên xwe nîşan bidin.

Mîtînga li Viyanayê nêzî saetekê dewam kir.

HAMBÛRG

Li ber Sefîrxaneya Tirk a li Hambûrgê bi pêşengiya PYD û Ciwanên Azad çalakî hat lidarxistin û êrîşên rejîma AKP’ê ya li dijî gelê Kurd ku li Rojava pêk tîne, hat protestokirin.

Di daxuyaniyê de ku li ber sefîrxaneyê li ser navê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) hat dayîn, hat diyarkirin ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şerekî topyekun îlan kiriye, hat îfadekirin ku faşîzma AKP’ê tevahî siyaseta xwe li ser esasê tinekirina destkeftiyên Kurdan saz kiriye û wiha hat gotin; “Pêwîst e gelê me her deverê bike qada çalakiyê û bi ruhê berxwedana Kobanê rabe serhildanê.”

Piştre jî nûnerê Ciwanên Azad mafê axaftinê wergirt, bi bîr xist ku avakarê Rojava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, daxwaza azadiya Ocalan kir.

Li ser navê PYD’ê jî axaftin hat kirin, hate bibîrxistin ku dewleta Tirk bi çeteyên DAÎŞ’ê re hevpar tevdigere. Nûner bang li raya giştî ya navneteweyî kir û xwest ku vê bêdengiya li beramberî êrîşên li dijî Kurdan bişkînin.

Her wiha li ser navê HDK Hambûrgê jî axaftin hat kirin û têkoşîna gelên Rojava hat silavkirin.

Herî dawî nûnerê ATÎK’ê axivî, diyar kir ku divê li dijî dewleta Tirk têkoşîn hê bê xurtkirin, got ev berxwedana jî di serî de wezîfeya gelên Tirkiyeyê ye.

Mîtîng a ku pêkhateyên YXK û Meclîsa Jinê ya Rojbîn jî destek dayê, piştî axaftinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

MUNSTER

Gelek endamên Ciwanên Azad piştî êrîşên dewleta Tirk li navenda Munsterê civiyan, saet 16.00’an dest bi mîtîngekê kirin.

Di mîtîngê de ku 2 saetan dewam kir, têkîldarî bûyerên li Rojava belavok hatin belavkirin.

Çalakvanan pankartên piştgiriya Rojava û Sûriyeyê hildan, al û wêneyên YPG-YPJ, Ciwanên Azad û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin, dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” berz kirin. Tevî barana zêde jî herikîna ber bi mîtîngê dewam kir, her wiha banga çalakiyên lezgîn hat kirin.

DÛISBÛRG

Li Dûisbûrgê êrîşên dewleta Tirk a bi ser Kantona Efrînê hat protestokirin.

Li bajarê Dûisbûrg ê Elmanyayê, Kurdistanî li hev civiyan û qetlîam û bomberdûmanên artêşa Tirk ên li dijî Efrîn û Şehbayê şermezar kirin.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûisbûrgê danê êvarî bi sedan Kurdistanî li ber Gara Trenê ya Navendî kom bûn, êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Li vir li ser navê NCKD daxuyanî hat xwendin û wiha hat gotin; “Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Rojava dixwaze têkoşîna azadiyê û destkeftiyên gelê Kurd tine bike.”

Di çalakiyê de pankart, wêne û alên YPG, YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di çalakiyê de dirûşmeyên li dijî AKP, Erdogan û dewleta Tirk hatin gotin. Di çalakiyê de ku li ser navê Meclîsa Elmanya ya PYD’ê jî axaftin hat kirin, alîgirên MLKP’ê jî destek dan.

Çalakiya ku komek nîjadperestên Tirk hewl dan provoke bikin, bê pirsgirêk bi dawî bû.

...