'Li dijî desthilatdariyê, em li hev bicivin'

Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya, ku di nava 2 mehan de zêdeyî 50 lêpirsîn û doz lê hatin vekirin bang xurtkirina piştgiriyê li rojnamevanan kir.

Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya, ku di nava 2 mehan de zêdeyî 50 lêpirsîn û doz lê hatin vekirin bang xurtkirina piştgiriyê li rojnamevanan kir.

Kizilkaya, ku ji 27'ê Adara 2016'an û vir ve karê midûriyeta karên nivîsê ya rojnameyê dike, ji bo 4 meh beriya niha got, "Min car carna karê rojnamevantiyê dikir. Ji bo debara xwe bike jî ji îşportakariyê heta dezgehdariyê min gelek kar kir."

Kizilkaya ku di dema herî dijwar a şer de erka midûrê karên nivîsê yê rojnameyê girt ser milê xwe, tevî karên xwe yên li buroya rojnameyê, her wiha li korîdorên Edliyeya Çaglayanê jî her diçe û tê. Heta niha zêdeyî 50 lêpirsîn lê hatine vekirin. Her lêpirsîn jî vediguhere dozê. Hejmara zelal a dozan nizane, lê ji 10'an zêdetir e.

Ji bo pirsa me ya 'Çima wezîfeyeke bi vî rengî ya giran girtiye ser milê xwe?' Kizilkaya vê bersivê dide: "Dema qala çapemeniya mûxalîf a li Tirkiyeyê tê kirin, yekser rojnameya Gundemê tê bîra mirovan. Beriya midûrê karên nivîsê jî ez li rojnameyê xebitîbûm. Dema dozên li hemberî midûra karên nivîsê ya heyî zêde bû, pêwîstî bi guhertina wezîfeyê hebû. Min ev wezîfe dewr girt."

Înan Kizilkaya, midûra beriya xwe Reyhan Çapan bibîr dixîne û dibêje, "Lêpirsîn û dozên lê hatine vekirin, ji yên li min hatine vekirin zêdetir in."

Ne tenê midûrên berpirsyar, li nivîskarên rojnameyê jî zexta lêpirsîn û dozê tê kirin.

Sûcdarî jî standart e: "Propaganda rêxistina terorê ya cihêkar."

Înan Kizilkaya têkildarî vê îdîayê dibêje "Ev sûcdarî îdîaya wan e. Em ji wan re vedibêjin, ku em rojnamevaniyê dikin" û wiha dewam dike: "Şerek heye û medya hawiz li vê rastiay şer girtî ye. Em jî mafê agahîwergirtinê ya civakê diparêzin. Em bêrehmiya şer vedibêjin. Civaka Tirkiyeyê di nava girtîgeheke vekirî de ye. Û em rastiya vê dorpêçiyê radigihînin."

Kizilkaya balê dikişîne ser 13 nûçegihanên DÎHA'yê yên ji meha Çileyê û vir ve hatine girtin û dibêje, "Nûçegihanên DÎHA'yê hemû xeteriyan didin pêş çavên xwe û li herêmê dixebitin. Ev cesareta wan wê cihê xwe di dîroka çapemeniyê de bigire."

Kizilkaya bibîr dixîne, ku lêpirsînên li hemberî wan, piştî îlana şer a rejîma AKP/Qesrê destpê kiriye û dibêje, "Dema em di pêvajoya muzakereyê de bûn, doz nedihatin vekirin."

Kizilkaya da xuyakirin, ku rejîma AKP/Qesrê şert û mercên rojnamevaniyê ji holê rakiriye û got, "Li Tirkiyeyê gelek mirov hene ku destûr nayê dayîn rojnamevaniyê bikin. Ji ber ku medya Qesrê li ser bîatê ava bûye. Rojnamevanên vê bîatê red dikin, eleqeyê nîşanî me didin. Li vê derê xeta rojnamevaniyê heye. Di heman demê de nûnertiya rûmeta pîşeyî jî tê kirin."

Pêkan e dozên lê hatine vekirin bi cezakirinê bi dawî bibin. Ji bo vê rewşê bersiva xwe ev e: "Ez welatiyê Komara Tirkiyeyê me. Ez Kurd im, Kurdistanî me. Bi salan e li Stenbolê dijîm. Karekî rewa dikim. Ez bêm girtin jî, tiştek bê serê min jî ev kevneşopî wê dewam bike. Lewma dilê min rehet e. Ev nêzîkatiyeke şexsî nîne, nêrîneke civakî ye. Ji aliyê şexsî ve jî, kî li rojnameyên mîna rojnameya Gundemê bixebite, nakeve nava bendewariyên cuda. Ez hez ji vî pîşeyî jî dikim. Karkirina li Gundemê ji bo min cihê serbilindî û rûmetê ye."

Kizilkaya destnîşan dike, ku divê li hemberî zext û dorpêçiya rejîma AKP/Qesrê piştevanî dewam bike û dibêje, "Em dixwazin rojnamevanan li cem xwe bibînin. Ne tenê ev, em jî dixwazin li cem wan bin. Ji ber ku ev sîstem her kesî ji hev qut dike, di nava getoya xwe de heps dike. Eger em xwe zêde bikin, eger em li hev bicivin, em ê hîn bêhtir karibin vê sîstemê bitirsînin. Heta ku gelê me vê rojnameyê bixwîne, em ê amade bikin."

...