Li derveyî welêt hêrsa li hember komkujiyê bilind e: Qatil dewlet!

Li Elmanya, Fransa û Awûstralya komkujiya li Enqereyê hat protestokirin.

Li Elmanya, Fransa û Awûstralya komkujiya li Enqereyê hat protestokirin.

Komkujiya li Enqereyê ya zêdetirî sed kesî jiyana xwe ji dest da û tê gotin ku ji aliyê dewletê ve hatiye organîzekirin li derveyî welêt tê protestokirin. Gelên li Elmanya, Fransa û Awûstralya komkujiyê û hikûmeta AKP’ê lanet dikin. Di çalakiyan de ku dirûşma, “Qatil dewlet” bilind dibe, banga têkoşîna hevpar tê kirin.

HAGEN

Kurdistaniyên li bajarê Hagen ê Elmanya dijîn li ser banga Meclîsa Jinan a Fîdan hatin gel hev û komkujiya li Enqereyê protesto kirin.

Nêzî 2 hezar kesên li ber HBF'ê kom bûn û ber bi navenda sûkê ve meşiyan dirûşmên, “"Bijî Serok Apo", "Qatil Erdogan", "Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa azadî”, "Tayyîp îstîfa", "Dewleta qatil wê hesab bide”, "Bijî PKK" qîr kirin.

Meclîsa Jinan, FEDA, DÎDF, ATÎF, AABF, COURAGE di çalakiyê de axivîn, AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan lanet kirin, banga piştgiriya ji HDP’ê re kirin.

Di çalakiyê de ku bi sedan belavok hatin belavkirin, hat diyarkirin ku wê gel 3 rojan li qadan be.

Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn û Meclîsa Jinan a Fîdan de wê 3 rojan çalakiya kon bê lidarxistin. Çalakî 13-15’ê Cotmehê li ber Dortmund Bahnhof wê bê lidarxistin.

HANNOVER

Ji bo protestokirina komkujiya Enqereyê, li Schîller Denkmal a li bajarê Hannover a Elmanya çalakvan kom bûn.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Georgstraße hatin gel hev û ji bo şehîdên aştiyê find pêxistin.

Li ser navê MLKP, Dîe Lînke, Komaleya Elewiyan û Frîedensburo axaftin hatin kirin; çalakî bi dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Şehîd namirin” bi dawî bû.

NANTES

Li bajarê Nantes ê li Rojavayê Fransa komkujiya Enqereyê tê protestokirin. Ji 40’î zêdetir esnaf dikanên xwe venakin û wê bertekên xwe raber bikin.

Di çarçoveya çalakiyê de roja Çarşemê wê Kurd restaurant, market, kafe, bar û hwd. kargehên xwe venekin û wê li pêşiya kargehên xwe belavokan belav bikin. Piştî belavkirina belavokan, saet nêzî 15.00’an de wê esnaf li hev kom bibin û destegula reş deynin pêşiya Konsolosxaneya Tirk.

SÎDNEY

Li bajarê Sîdney ê Awûstralya, komkujiyên Cizîrê û Enqere yên dewleta Tirk tên protestokirin. Bi sedan Kurdistanî li Tawn Hall hatin gel hev û bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî axivîn. Di axaftinan de bal kişandin ser rola dewleta Tirk a komkujiyan.

Di çalakiyê de Partiya Keskan û rêxistinên sosyalîst ên Awûstralyayî jî daxuyanî dan û hovîtiya dewleta Tirk a li hember Kurdan şermezar kirin.

Li ser navê Komaleya Kurdan a Sîdney Awûstralyayê (AKA) Zîlan Hoûshyar û Rawand Azeez jî axivîn, destnîşan kirin ku bi komkujiyan wê nikaribin pêşiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan bigirin.

Di çalakiya ku belavokên Komeleyê amade kiribûn jî hatin belavkirin de bangên bilindkirina berxwedanê hat kirin.

...