Li Dersîm, Xarpêt û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin

Hêzên çekdar ên Tirk, li Dersîm, Xarpêt û Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes bin çav kirin.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan operasyonên qirkirinê yên bi ser gelê Kurd û dengdêrên 'NA' de didomîne. Tê gotin bi operasyonan dixwazin çalakiyên 1'ê Gulanê asteng bikin.

DERSÎM

Li Dersîmê polîsên Tirk bi ser taxa Gazik (Cûmhûriyetê) de girtin û xwendekara zanîngehê Sevcan Topan bin çav kirin.

XARPÊT
Li Xarpêtê jî keseke bi navê Hasret Suzgun hate binçavkirin. Suzgun birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî polîsên Tirk bi hevdemî bi ser Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF), Halkevlerî, Partiya Emekê (EMEP), Partiya Hevgirtin û Azadiyê (ODP) de û bi ser malên xwendekarê kovara Kaldiraçê de girt.

Di operasyonan de deriyên gelek malan hatin şikandin.

Piştî ku mal serûbinî hev kirin gelek kes hatin binçavkirin. Di girteke polîsan hate gotin, "referandûmê dikine hincet û dixwazin beriya 1’ê Gulanê rûdanên weke Geziyê çêbikin."

Di dema binçavkirinê de dirûşma "Bêdeng nemîne, biqîre, ji Seroktiyê re NA" hate berzkirin. Ên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.