Li Colemêrgê operasyona hewayî

Li Colemêrgê, ji sibehê ve tevgera helîkopteran heye.

Li Colemêrgê, ji sibehê ve tevgera helîkopteran heye.

Helîkopterên bi tîpa kobra yên ji aliyê navçeya Colemêrg Geverê hatin, piştî ku xwe danîn Fermandariya Tûgaya Komando û Çiyê ya Colemêrgê, careke din rabûn. Tevgera helîkopteran a li bajêr dewam dike.

Li herêma Çarçela ya Geverê, di navbera artêşa Tirk a duh derket operasyonê û gerîlayên HPG'ê de şerekî dijwar qewimî bû. Tê payîn ku HPG di saetên pêş de li ser mijarê daxuyaniyekê biweşîne.