Li Cizîrê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin - HAT NÛKIRIN

Li taxên Yasef û Cûdî yên Cizîrê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.

Li ser fermana Walîtiya Şirnexê li taxên Nûr û Yasefê yên Cizîrê cara 4'emîn qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.

Li ser fermana Walîtiya Şirnexê li taxên Nûr û Yasefê yên Cizîrê seat ji 16.00'an pêve qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Ji meha îlonê vir ve heta niha 4 car qedexe hatiye îlankirin û piştî van qedexeyan polîs û tîmên taybet bi wesayîtên zirxî êrîşî ser gel dikin. Di encama êrîşan de gelek welatiyên sivîl hatin kuştin û mal û kargeh zirar dîtin.