Li çar welatan pîrozbahiya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin!

Li Awûstûrya, Swîsre û Fransayê Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de li dijî dîktatoriyê peyman hatin dayin, slav li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hate kirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Yekîtiya Xwendakarên Kurdistanê bi xwendekarên ji her welatî agirê Newrozê vêxistin û pîroz kirin.

Pîrozbahî li Parka Zanîngeha Teknîkê ya Viyana bi tevlêbûna bi sedan xwendekarî û welatparêzên Kurd pêk hat.

Bername bi banga pîrozkirina Newrozê ya mezin a ku wê 1’ê Nîsan êli salona Gasometer a Viyana çêbibe bi dawî bû.

LÎNZ

Li Awûstûryaya Jor, bajarê Lînzê Kurdistanî û dostên wan bi dirûşma ‘’ji dîktatoriya yek zilamî re na, ji bo siberojên azad bi kevneşopiya Kawa em jî hene’’ Newroz pîroz kirin.

Li Lînzê, nêzî hezar Kurdistanî û dostên wan li Haûtplatzê civiyan û meşeke bi xetîre kirin. Piştî meşê Hevserokê Rêxistina Navçeya Cîhanbeylî ya HDP’ê Halîl Kadîroglu axivî û got dengên Ewropayê wê qedera referandûmê biguherînin.

Piştî axaftinê li ber muzîka zindî govend hate gerandin.

Pîrozbahiya Newrozê ya mezin 25’ê Adar êli Avûstûryaya Jorîn ji hêla endamên Platforma Na ve wê were çêkirin.

ZURÎH

Li Zurîh a Swîsre eleqeyek mezin ji bo meşa bi xetîre çêbû. Pîrozbahî li Helvetîaplatzê dest pê kir, li dor agirê Newrozê govend hatin gerandin û stran hatin gotin. Di çalakiyê de dirûşmên, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘Ji dîktatoriyê re na’, ‘’Teqez em ê bi ser bikevin’ hatin berzkirin. 

Di çalakiyê de DEM-KURD, Tevgera Jin a Kurd a Bêrîtan, Ciwanên Azad Zurîch, Pêkhateyên Platforma Na, HDK-Zurîch û dostên Kurd ên Swîsreyî amade bûn.

NANTES

Li rojavayê Fransa Nantesê li Komeleya Engîn Sîncer a NCD agirê Newrozê hate vêxistin. Kurdistanî hatin em hev û li baxçeyê komeleyê Newroz pîroz kirin. Li ser navê NCD’ê giringiya Newrozê hate vegotin.

Di bernameYê de dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo, PKK gel e gel li vir e’ hatin berzkirin.

Bername bi stranên Alî Gul qediya.