Li Cannesê çalakiya ji bo Ocalan
Ciwanên Kurd, ji bo balê bikişînin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Cannes ê Fransayê çalakiyeke protestoyî lidar xistin.
Ciwanên Kurd, ji bo balê bikişînin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Cannes ê Fransayê çalakiyeke protestoyî lidar xistin.
Ciwanên Kurd ên li herêma Cote d'Azur a Fransayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li pêşiya avahiya Festîvala Fîlman a Cannesê xwepêşandanek lidar xistin.
Ciwanan wêneyên Ocalan hildan û tecrîd şermezar kirin. Ciwanan di vê der barê de belavok li mirovan belav kirin û raya giştî agahdar kirin. Ciwanan destnîşan kirin, ku divê malbat û parêzerên Ocalan derhal biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin.