Li Bûrkîna Faso 4 hezar kesî ji ber tayê jiyana xwe ji dest dan

Li Bûrkîna Faso, ku yek ji welatên herî xizan ên Afrîkayê ye, tevî ku tedbîr hatin girtin jî par bi hezaran zarok ji ber tayê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora ji aliyê Koordînatorê Bernameya Têkoşîna li dijî Tayê ya Neteweyî (PNLP) Dr. Yacoûba Sawadogo ve hate weşandin, li Bûrkîna Faso par 9,8 mîlyon kes bi tayê ketin. Dr. Sawadogo diyar kir, tevî ku hinekî kêm bûye jî, par zêdeyî 4 hezar kes ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Koordînatorê PNLP Dr. Sawadogo anî ziman, herî kêm 3 hezar kesên jiyana xwe ji dest dane, zarokên kêmî 5 salî ne.

Dr. Sawadogo ragihand, di sê mehên destpêkê yên sala 2017'an de ji 2 mîlyon mirovên bi tayê ketin, 680 kes mirin e.

Li Bûrkîna Faso, ku nifûsa xwe 16 mîlyon e, piraniya mirovên diçin nexweşxaneyan nexweşên ji ber tayê ne. Mirina ji ber tayê jî di rêza destpêkê ya vî welatî de cih digire. Di çarçoveya plana stratejîk a PNLP de, li dijî tayê derman li zarokên ji 3 mehî heta 5 salî tê belavkirin.