Li Brukselê Elmanya û Tirkiye hatin protestokirin

Li Brukselê ji bo girtiyên siyasî yên li Elmanyayê û li dijî qetlîamên li Kurdistanê çalakî hate lidarxistin.

Li paytexta Belçîka Brukselê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ji bo girtiyên siyasî yên li Elmanyayê çalakî li dar xist.

Kurdistaniyên li pêşiya Sefaretxaneya Elmanya li hev civiyan, bi zimanê Fransî û Elmanî pankart rakirin.

Di çalakiyê de ku piştgiriya Elmanyayê ku dide qetlîamên AKP/Qesrê yên li Bakurê Kurdistanê hate protestokirin, dirûşmeyên “Merkel fînanse dike, Tirkiye bombe dike” hatin berzkirin.

Di dawiya çalakiyê de jî dosyeyek a ku daxwaz tê de ne, radestî rayedarên sefaretxaneyê hate kirin.