Li Bern û Hambûrgê merasîmên bîranînê

Yek ji damezrînerên PYD'ê Osman Silêman li Bernê û gerîla Osman Derdelî, Suleyman Demîr û Viyan Soran jî li Hambûrgê hatin bîranîn.

Yek ji damezrînerên PYD'ê Osman Silêman li Bernê û gerîla Osman Derdelî, Suleyman Demîr û Viyan Soran jî li Hambûrgê hatin bîranîn.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê, yek ji damezrînerên PYD'ê û Parlamenterê Kobanê Osman Silêman hat bîranîn.

Silêman ê ku ji aliyê rejîma Baas ve di sala 2008'an de bi îşkenceyê hat kuştin, li Navenda Civaka Demokratîk a kurd hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê PYD Swîsre û Komîsyona Malbatên Şehîdan a Bernê ve hat organîzekirin û bi dehan Kurdistanî tevlî bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê DEM-KURD, PYD û hevalên têkoşînê yên Osman Silêman axaftin hat kirin. Qisekeran dan xuyakirin, ku wasiyeta Silêman biserxistina vê têkoşînê ye û destnîşan kirin, ku divê gumana kesî ji serketina têkoşînê nebe.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qediya.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, yek ji damezrînerên PYD'ê Osman Silêman, gerîlayên HPG'ê Suleyman Demîr (Zerdeşt Nûpelda) û Viyan Soran hatin bîranîn.

Kekê Demîr Ekrem Demîr li merasîmê axivî û diyar kir, weke malbatê ew bi birayê xwe serbilind in. Demîr got, "Ne tenê şehîdê malbatê ye, ew şehîdê tevahiya gelê Kurdistanê ye."

Ji nûnerên PYD'ê yên Hambûrgê Cîhan Fettah jî qala jiyana Osman Silêman kir. Fettah da xuyakirin, ku Silêman mamoste bû û gel gelekî jê hez dikir. Fettah anî ziman, Silêman li Parlamenta Sûriyeyê jî 4 salan nûnertiya gel kiribû.

Merasîm bi qîrîna dirûşman qediya.