Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Belçîkayê platforma 'NA' hat avakirin

Li Belçîkayê gelek kes û sazî ji bo ji refernadûma wê 16’ê Nîsanê bê lidarxistin ku li Tirkiyeyê rejîma yek mêriyê bi sazî bikin re bêjin ‘NA’ û dengê ‘NA’ yê hê xurtir û bi rêxistin bike Platfroma Na ya Belçîka ava kir.

Îro bi daxuyaniyekê Plaftfroma Na ya Belçîkayê bi şîara “Em bi hev re bihêzin” hat îlankirin û hat diyarkirin ku rê nadin diktatoriyê.

Xalên ku ji aliyê Platforma Na ya Belçîkayê ve hatîn îmzekirin wiha ne:

JI FAŞÎZIM, DÎKTATORIYA YEK KESÎ RE NA!..

*Îradeya gel tine hesibandin, bê dem rewşa awarte, qanûnên şer û bi biryanameyên li Qesrê rêvebirina Tirkiyê re NA!

*Ji rejîma ku destûr, rêvebirin û darazê dixe destê yek kesî re NA!

*Desteserkirina meclîsê ji aliyê yek kesî ve, kesên nêzîkî wî ku ne hatî hilbijartin anîna wan a ji bo rêveberiyê, ger ku bixwaze heta mirinê bibe serokkomar ji sîstema hanedaniyê re NA!

*Ji Destûra Bingehîn a ku gelên bindest, netew, bawerî, beşan, û LGBTİ'yan tine dihesibîne ku dîktatorê Qesrê nasdike re NA!

*Em dibêjin NA, jiber ku;

*"Yek Gel, Yek Ziman, Yek Al, Yek Welat" dibêjin, divê hebûna gelê Kurd û gelên din tine neyê hesibandin, mafên demokrasî yên gelan were naskirin.

*Em dixwazin mafê her kesek bi zimanê dayikê xwe perwerdeyê bibîne.

*Em dixwazin gelê Kurd û Tirk di qada civakî de jiyan bikin.

*Cûdakarî di navbera gelê Elewî, Êzidî, Ermenî, Suryanî, çand û baweriyên cûda de nebe.

*Ji bo karkeran ne sedeqe, mafê hevpeyvîna sendîqayan a greva bi hev re; qanûna karkerên bi kirê û kolekirinê na, mafê bi bawerî yê kar em dixwazin.

*Mafê mirovan neyê binpêkirin, ji kesên êşkence dikin hesab were pirsîn.

*Jin di malan de neyên heps kirin, dest neyê danîn ser keda wan û neyên kolekirin, astengiyên li ber azadiya wan ji holê were rakirin.

*Şideta li ser Jinan, şêweyê paşverûtî neyê spandin, hewldanên yasakirina destdirêjiya dijî zarokan, cûdakirina LGBTİ'yan kuştin û desthilatdariya zilamtiyê, dixwazin dawî lê were.

Divê em bi hev re ji bo welatekî azad, demokratîk û wekhev re bêjin NA!

Platfroma Na ya Belçîkayê ku diyar kir ku ew Destûrekî Bingehîn ku hemû mafê demokratîk ê gelan bixe gerantiyê dixwazin, ev Destûra Bingehîn berovajî daxwazên wan in ji bo wê dibêjin NA.

HEVPARÊN PLATFORMA NA YA BELÇÎKAYÊ

Rojnamevan Dogan Ozguden, rojnamevan Încî Tûgsavûl,Karîkator Îsmaîl Dogan, ji Yekîtiya Jinên Elwî ya Ewroap Fatma Bînîcî, Nivîskar/Sosyolog Kadîr Amaç, şanoger Alî Riza Soydan, Înfo-Turk, NAV-BEL (Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîkayê ,FEDA (Federasyona Elewiyên Demokratîk), Komeleyên Suryaniyên Belçîkayê, Komeleya Demokratên Ermenî yên Belçîka, Tevgera Jinên Kurd ên Belçîka, SKB-Belçîka, Mala Gel a Brûkselê, Hewldanên Mereş a Belçîkayê, Însyatîfa Belçîka ya Tora Piştgiriya Civakî, Federasyona Fitbol a ESP, HDK-Belçîka, KCDK-E (Kongreya Kurdistaniyên Demokratîk a Ewropa), Nûnertiya ESP a Ewropa, Însiyatîfa Ewropa ya Eniya Azadî û Kedê, ATÎK- Belçîka (Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropa) Partiya Şoreşger.