Li Baselê 4. Kongreya NCKD hate lidarxistin

Li bajarê Basel ê Swîsreyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 4. Kongreya xwe li dar xist.

Kongreya ku li Baselê hate lidarxistin, Mehmet Tunç û Asya Yuksel hatin bibîranîn. Kongre bi deqeye rêzgirtina ji bo şoreşgerên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane ve desptê kir.

Di kongreyê de sînevîzyona li ser bîranîna Mehemt Tunç hatibû amadekirin hate nîşandan. Di kongreyê de despêkê Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî.

Koç wiha got: “Berxwedana Mehmet Tunç rewşa bihêzkirina berxwedana Zindana Amdê bû.” Koç diyar kir ku artêşa Tirk a ku di 24 saetan de Qibris dagir kir, 90 rojan nekarî bikeve Cizîrê û saziyên dewletê jî ev yek îtiraf kirin. Koç bal kişand ser referandûma ku wê 16’ê Nîsanê li Tirkiyeyê bê lidarxistin û behsa girîngiya yek ji lêngê wê Ewropayê jî kir, diyar kir ku divê xebatekî cidî û berfireh bê kirin. Koç wiha anî ziman: “Li ser torên civakî bi zanîstî manîpulasyon tên kirin, divê li dijî vê mirov hişyar û baldar bin.”

Koç bal kişand ser meşên dirêj ên ji beriya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, cara destpêkê ye li Ewropayê dostên Kurdan bi qasî 60 kesî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Koç destnîşan kir ku ev meş pir girîngin û êdî cihên ku hê zêdetir Kurd bikarin xwe îfade bikin dide avakirin.

Piştî axaftina Koç, rapora xebatan a salekê hate nirxandin. Ji bo xebatên meclîsê yên dema nû komîsyon hatin hilbijartin û Elîf Îşcan û Mazlûm Geze weke hevserok hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşama “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.