Li bajarê Semave yê Iraqê 2 êrîş: Herî kêm 20 kes hatine kuştin
Li navenda bajarê Semave yê dikeve başûrêrojhilatê Iraqê 2 wesayîtên bombebarkirî hemwext teqiyan. Di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar in.
Li navenda bajarê Semave yê dikeve başûrêrojhilatê Iraqê 2 wesayîtên bombebarkirî hemwext teqiyan. Di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar in.
Televiziyona Iraqê El Sûmarîa diyar kir ku di êrîşan de jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişte 20 kesan. Da xuyakirin ku gelek kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Reûters a ku xwe dispêre rayedarekî Iraqî jî êrîşa yekem li nêzîkî avahiya meclisa şaredariyê û ya duyemîn jî qasî 60 metereyan dûrî rawestgeha otobusan pêk hatiye.