Li Aydinê zarokê karker ê ji înşaetê ket jiyana xwe ji dest da

Bûrhan Tûtak ê 16 salî yê li Aydinê di qata 5. a înşaetê de dixebitî ket xwarê jiyana xwe ji dest da. Li Beylîkduzu ya Stenbolê jî di hezaza ku di înşaeta apartmanekê de rû da 2 karker asê man.

Bûrhan Tûtak ê 16 salî yê li Aydinê di qata 5. a înşaetê de dixebitî ket xwarê jiyana xwe ji dest da. Li Beylîkduzu ya Stenbolê jî di hezaza ku di înşaeta apartmanekê de rû da 2 karker asê man.

AYDIN

Bûrhan Tûtak ê 16 salî yê li Aydinê di qata 5. a înşaetê de dixebitî ket xwarê jiyana xwe ji dest da.

Di înşaeteke li Taxa Orta ya Aydinê Bûrhan Tûtak ê 16 salî yê bi bav û birayê xwe re dixebitî, ji qata herî jor a 5’an ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Piştî Tûtak ket erdê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aydin lê jiyana xwe ji dest da.

STENBOL

Li Beylîkduzuya Stanbolê Qada Adnan Kahvecî di xebatên înşaeta apartmanekê di encama hezazê de 2 karker di bin axê de man. Yek ji wan bi birîndarî hat rizgarkirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê, ji bo yê din jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didome.