Li Aûrîch ji bo azadiya Ocalan kon hate vedan

Li Marktplatz a bajarê Aûrîch ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hate vedan.

Li Marktplatz a bajarê Aûrîch ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hate vedan. Çalakiya kon ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aûrîchê ve hate organîzekirin. Çalakî wê di saet 9:00’an heta 18:00’an dewam bike.

Di çalakiyê de bi hezaran belavok ji aliyê jinan ve hatin belavkirin. Her wiha jinan li vir têkildarî rewşa tendirustî û fikarên di der barê Ocalan de daxuyaniyek da. Jina diyarkirin ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyê xwe dewam bikin.

Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”,”Bê Serok Apo jiyan nabe” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdisanê re statû” bidawî bû.