Li Atînayê ji bo azadiya Ocalan grêva birçîbûnê hate destpêkirin

Li Atînayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan grêva birçîbûnê ya ji bo 5 rojan dest pê kir.

Li paytexta Yewnanîstanê Atînayê bi banga Meclîsa Gel a Yewnanîstanê, bi şîara, "azadiya Ocalan azadiya me, tendiristiya wî ya me ye" girêva birçîbûnê ji bo 5 rojan dest pê kir. Grêva birçîbûnê ku wê wê bi komcivînekê biqede li ber parlamentê dest pê kir.

Çalakî li meydana Syntagmayê ya li ber parlamentoyê bi danîna kon saet 10.00’an dest pê kir.

Li gel Kurdan Yewnanî û sosyalîstên Tirkiyeyî jî wê destekê bidine çalakiyê. Komîteya Amadekar diyar kir, bi mebesta hevkariya çalakiya Meclîsa Şengalê ya li ber CPT’yê ev çalakî bi rêk xistine.

'JI BO OCALAN EM Ê TIM LI QADAN BIN'

Têkildarî mebesta çalakiyê li ser navê komîteya amadekar Kendal Semsûr got:

"Em Kurdên li Yewnanîstê dijîn, ji ber tecrîda giran a li ser Rêber Apo di nav metirsiyên giran de ne. Bi hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê têkilldarî tendiristî û ewlekariya Rêber Apo em di nav fikarên kûr de ne. Bi taybetî jî Fethullahiyên ku dibêjin darbe bi destê wan hatiye kirin, nirxandinên Rêber Apo yên ku li ser wan kiribûn sedema herî sereke ya fikarên me ne. Ji ber nirxandinên wî, wê bixwazin Rêber Apo ji xwe re bikin hedef. Tîmeke ku bi sedan mirov dane ber balafirû helîkoptêr û tangan, kî dikar mîsoger bike ku wê Imraliyê ji xwe re nekin  hedef. Hemû raya giştî ya Tirkiyê dizan ku Fethullahî ji bo ku dewletê bi dest bixin dijminatiya herîm ezin li Rêber Apo û PKK’ê kirine. Ev hemû rasteqînî lezginiya wê nîşan dide ku divê demildest em têkildarî tendiristî û ewlekariya Rêber Apo bibin xwedî agahî. Heya ku em ji Rêber Apo agahiyekê bistîninin em ê her li qadan bidin."

Di çalakiyê de çalakgern pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’  vekirin, danezan û parastina Atînayê ya Ocalan li gel belavkirin.

...