Li Arnhemê aktîvîteya piştgiriyê ya ji bo Sûr, Cizîr, Şirnex û Nisêbînê

Li Hollandayê bajarê Arnhemê aktivîteyek ji bo malbatên Sûr,Cizîr, Şirnex û Nisêbîn ên di encama êrîşên artêşa Tirk de ziyanên mezin gihiştinê hate lidarxistin.

Aktîvîteya ku Meclîsa HDK ya Rojhilatê Hollandayê lidar xist, gelek Kurdistanî, Hollandî û Tirkiyeyî beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê , aktîvîte bi stranên Koma Şarema ya Mûzîkê ve destpê kir. Di aktîvîteyê de sînevîzyona ku kiryarên dij mirovahiyê ya dewleta faşîst a Tirk ê Kurdîstanê nîşan dida hate temaşekirin.

Di aktîvîteyê de ji bo şehîdên Sûr,Cizîr, Şirnex û Nisêbînê helbest hate guhdarkirin.

Li ser giringî û wateya rojê Hevberdevkên HDK ê yên Oost-NL axivîn. Li ser navê Heyva Sor jî Nazli Kûrtgozû axivî, piştî axaftinan Manuel Bockman bi gîtara xwe ve reng da şevê.

Nivîskar, lêkolîner, sosyolog Joost Jongerden ê ku di nêz de Kurdîstan û Tirkiyê yê dişopîne û xebatê akademîk dimeşîne axaftinek kir. Parlementera Partiya Sosyalîs a Hollandayê Sadet Karabûlût di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya piştgiriyê, piştî Karabûlût, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk(BDP) Kamûran Yuksek axaftinek Kurdî û Tirkî kir.

Koroya Jinên Nû yên ATÎD bi sitranên xwe ve reng dan şevê. Piştê sitranên koroyê Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî.

Şeva piştgiriyê bi stranên gelek zimanan ve bidawî bû.