BI DÎMEN

Li Arjantînê nasandina pirtûka Şaristaniya Demokratîk a Ocalan

Pirtûka Şaristaniya Demokratîk a Ocalan li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê hate nasandin.

Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê, nasandina Pirtûka Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat.

Sosyologê ji Amerîkaya Latîn û Profesorê Zanista Siyasetê Atîlîo Boron, wergervanê pirtûkê Mahmût Çolak Zerdeştî û Nûnera Tevgera Jina Kurd a Azad a li Arjantinê Soded De Batîsta, pirtûka Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku cara yekemîn li Amerîkaya Latîn çap dibe, dan nasandin.

Aktîvîteya ku akademîsyen, partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên mafên mirovan ên Arjantînî tê de cihê xwe girtin, li pirtûkxaneya herî girîng a Bûenos Aîresê li Centro Cultural de la Coperacion pêk hat.

‘OCALAN DI ASTA GERDÛNÎ DE ÇARESERIYÊN ŞOREŞGERÎ PÊŞNIYAR DIKE’

Atîlîo Boron di axaftina xwe de diyar kir ku ji pirtûka Ocalan re nivîsandina pêşgotinê ji bo wî rûmetek e, wiha dewam kir: “Bi saya vê pirtûkê wê xwendekarên Amerîkaya Latîn jî karibin ji nêz ve li îdolojiya Tevgera Berxwedanê ya Gelê Kurd binêre. Ocalan di vê pirtûka xwe de ne tenê ji bo gelê Kurd û yên Rojhilata navîn, di asta gerdûnî de analîzên şoreşgerî û çareseriyan pêşkêş dike. Ocalan, bi derbaskirina Marksîsma dogmatîk û ji bo rizgariya tevahî beşên bindest, bi derbaskirina mekanîzmaya netew-dewletê ve konsepta konfederalîzma demokratîk pêşkêşî cîhanê dike.”

‘RÊBERÊ YEKEM Ê AZADIYA JINÊ ESAS DIGIRE’

 Nûnera Tevgera Jina Kurd a Azad a li Arjantinê Soded De Batîsta diyar kir ku Ocalan beriya her tiştî Rêberê yekem e ku li hember pergala baviksalarî têkoşîna azadiya jinê esas digire. Batîsta bal kişand ku serkeftina li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bi tespîtên îdeolojîk ên Ocalan pêk hatine.

Wergervan Mahmût Çolak Zerdeşt jî wiha axivî: “Piştî xebatek kolektîf û bi zehmet a 7 salan pêşkêşkirina beşa yekem a ji 5 cîldên Rêber Ocalan, ji bom in çavkaniyek serbilindiyê ye. Îro rojek dîrokî ye. Li beramberî we, li beramberî nûnerên gelên Amerîkaya Latîn a leheng, şoreşger, pêşkêşkirina vê xebatê bûyerek dîrokî ye. Dîsa spasiya tevahî hevalên tevkarî kirine dikim. Wek mamosteyê binirx Atîlîo Boron jî got, Ocalan bi nirxandinên berfireh ve, bi fikrên xwe ve ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji tevahî gelên cîhanê re perspektîfê pêşkêş dike. Êdî di dîroka mirovahiyê de cihê kiryarên netew-dewletê nemaye  û konfederalîzma demokratîk tarzek çareseriya gerdûnî ye.”

Nûnerê Komîteya Piştevaniya Kurdistan-Amerîkaya Latîn jî ji Weşanxaneya SÛDESTADA û tevahî saziyên ku di çapkirina pirtûkê de tevkarî kirine  spasiyên xwe ragihand. Her wiha, nûner têkîldarî nasandinên wê li Arjantîn, Şîlî, Ûrûgûay û Paragûayê çêbibin jî agahî parve kirin.

Pirtûk, îro li pirtûkxaneya de Biblioteca Jose Ingenieros, di saet 18.00’an de ji aliyê Zerdeştî û Komîteya Piştevaniya Kurdistan-Amerîkaya Latîn wê dîsa bê nasandin.

 

...