Li Arhûsê dagirkerî û girtina televîzyonan hate şermezarkirin

Li nîv-girava Jylland a Danîmarkayê girtina televizyonên Kurd, êrîşên qirker ên dewleta Tirk û dagirkeriya Rojava bi mîtîngekê hate şermezakirin.

Mîtînga li Arhûsê,li meydana Store Trove saet 12.00’an bi deqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Di mîtîngê de Lawa Îbrahîm axivî û got, Kurdên ku li Ewropayê dijîn divê giringiyê bidine xebatên dîplomasiyê û wiha domand: ‘’Divê em bikaribin tiştên ku Kurd dijîn ji bo Ewropayan bibêjin’’

Ahmet Gezer jî li ser navê Kurdên Anatolojiya Navîn axivî û wiha anî ziman: ‘’Televîzyonên Kurdan digirin û lîsansa Med Nûçe û Newroz TV ku li Ewropayê weşanê dikin, radiwestînin. Li Ewropayê polîtîkayên qirêj dimeşînin.’’

Li mîtîngê nûnerê PYD’ê yê Danîmarkayê Saleh Misto êrîşa dewleta Tirk a bi ser Efrînê de şermezar kir û got, ‘’Dewleta Tirk ji bo ku deskeftiyên Kurdên Rojava û Kurdan terorîze bike tifaqên qirêj dike û lîstikê dilîzin. Lê dewleta Tirk çi jî bike wê nikaribe detkeftiyên Kurdan têk bibe û ji têkiliyên navxweyî yên Kurdan re bibe asteng.’’

Di mîtîngê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

...