Li 7 bajarên Ewropayê ji bo Xerabê Bava çalakî hatin lidarxistin

Li bajarên Strasboûrg, Dortmûnd, Hagen, Mannheîm, Dûîsbûrg, Bregenz û Baselê, bi armanca şermezarkirina, komkujiya li gundê Xerabê Bava çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Strasboûrg, Dortmûnd, Hagen, Mannheîm, Dûîsbûrg, Bregenz û Baselê, bi armanca şermezarkirina, komkujiya li gundê Xerabê Bava çalakî hatin lidarxistin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bi pêşengiya Kmeleya Jinê ya Zîn, xwepêşandanek hat lidarxistin û komkujiya li Xerabê Bava hat şermezarkirin. Çalakî li Place Klêber danê êvarê pêk hat û wêneyên li ser komkujiya li Xerabê Bava hatiye kirin, hatin vekirin. Li vê derê axaftin aht kirin û hat ragihandin, dewleta Tirk mîna li gelek bajaran, li gundê Nisêbînê jî komkujiyan dike.

DORTMÛND

Kurdistaniyên li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê dijîn, ji bo Xerabê Bava çalakî lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û li pêşiya Haûptbanhofê hat lidarxistin.

HAGEN

Bajarekî din ê Elmanyayê, ku bi heman armancê çalakî lê hat lidarxistin, Hagen e. Gelek Kurdistanî tevlî vê çalakiyê bûn û dirûşmên "Duh Cizîr, îro Xerabê Bava", "Bimire faşîzma AKP'ê", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. Li ser komkujiya li gund, belavok hatin belavkirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, komkujiya rejîma faşîst a AKP'ê li gundê Xerabê Bava dike, bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan, HDK-Mannheîm, ATÎF, AGÎF, ADHK, SKYP DP ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Li vir daxuyaniyên HDK-Mannheîm, Navenda HDP'ê, NAV-DEM û YJA hatin xwendin û dirûşmên "Şehîd namirin", "NA ji rejîma şexsekî re" hatin qîrîn.

DÛÎSBÛRG

Ji bo Xerabê Bava li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û li ber HBF'ê pêk hat. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Duh Cizîr, îro Xerabê Bava", "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin" hat vekirin. Tevî baranê jî Kurdistanî û dostên wan ji qada mîtîngê neçûn û komkujiyên AKP'ê şermezar kirin.

BREGENZ

Kurdên li bajarê Bregenz ê Awûstûryayê dijîn, çelengeke reş danîn ber Konsolosxaneya Tirk a li bajêr. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gotzîsê Sînem Baz axivî û destnîşan kir, ku AKP beriya referandûmê ji bo gelê Kurd bitepisîne komkujiyan dike. Baz diyar kir, gelê Kurd wê di referandûmê de dengê 'NA' bide û bersivê bide dewleta AKP'ê.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd ve hat organîzekirin. Kurdistaniyên ku li Marktplatzê kom bûn, li pêşiya avahiya Meclîsa Kantonê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG/J û KCK’ê hatin rakirin û çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û Hevseroka Dem-Kurdê Elîf Îşcan bi zimanê Elmanî daxuyanî xwend.