Li 4 bajaran binçavkirin û girtin dewam dike
Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma Qesrê û AKP'ê didomin. Îro li Xarpêt, Colemerg û Dîlokê gelek kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma Qesrê û AKP'ê didomin. Îro li Xarpêt, Colemerg û Dîlokê gelek kes hatin binçavkirin.
AYDIN
Kedkarên perwerdehiyê yên ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de(BHQ) li Aydinê ji kar hatibûn durxistin, xwestin ku li navenda bajêr kampanya îmzeyan bikin. Polîsan kedkar astengkirin û 4 endamê Egitim Senê binçav kirin.
Kedkarên ku hatin binçavkirin birin qereqola polîsan a Efelerê.
XERPÊT
Li navenda Xerpêtê, Mereş û Dêrsimê jî opersyonên hemwext hebûn. 12 xwendekarên rojnameya Ozgur Gelecek û kovara Yenî Demokratîk Gençlîkê hatin binçavkirin Kamîl Soylemez li Mereşê, Dîlek Kurban jî li navçeya Dêrsim Pertagê hatin binçavkirin û anîn Xarpêtê. Navê 10 kesên ku hatin binçavkirin nayê zanîn.
Li Xarpêtê ji ber parvekirinên di medya civakî de bi hinceta 'propagandaya rêxistinê kirine' Rêveberê HDP'ê yê bajêr jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. Zeynep Dinç, Cîhat Demir, Hasan Demirkapû û Înanaç Dinç ku hatibûn binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê a Bajêr.
COLERMÊRG
Li Colemêrgê Lokman Alpsar ê li taxa Daggolê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin duh êvarê derxistin dozgeriyê. Alpsar piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Alpsar hat girtin û şandin girtîgehê
DÎLOK
Li navçeya Dîlok Îslahiye di 13'ê Sibatê de 13 kes hatibûn binçavkirin. 13 kesên ku hatibûn binçavkirin derxistin pêşberî dozgeriyê. Bi hinceta ku di parvekirinên ser medya civakî de 'propagandaya rêxistinê kirine' ji 13 kesan Eyyup Durdru bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin. Durdu bi eynî hincetê hat girtin û birin girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.
Li navenda Dîlokê 16 kes, li Nîzîpê 11.kesên ku hatibûn binçavkirin li Midûryeta Emniyetê têne girtin.