Lêkolînerên Rûs: Rûsya vebijarkên bersivdayînê dinirxîne

Lêkolînerên Rûs diyar kirin ku Tirkiyeyê bi zanebûn balafira şer xistine û Tirkiye li dû provokasyonan e. Lêkolîneran destnîşan kirin, ku Rûsya vebijarkên bersivdayînê dinirxîne.

Alîkarê serokê yekemîn ê navenda afirandina stratejiyê ya Rûsyayê Trofîmçûk Grîgorîî Pavlovîç û serokê navenda lêkolînê ya welatên Rojhilata Navîn û Kafkasan lêkolînerê pispor Tarasov Stanîslav Vyaçeslavovîç li ser mijarê ji ajansa me re axivîn.

Pavlovîç bibîr xist ku Rûsya di 30'ê Îlonê 2015'an de tevlî şerê li Sûriyeyê bû û da zanîn ku hêzên ehwayî Yên Rûsyayê, ji hewayê ve êrîşî baregehên rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê dikir.

'RÛSYA WÊ HEBÛNA XWE BÊHTIR BIDE HÎSKIRIN Û BIBE PARÇEYEKÎ RASTÎ YÊ VÎ ŞERÎ'

Pavlovîç ragihand ku welatên hêzên mezin ên cîhanê ji aliyê pratîkî ve dest li vê rewşê wernedidan û got, "Her çend Rûsya heta niha tevlî şer bûbe jî, hînê hêza xwe ya rastî nîşan nedaye. Lê belê bi xistina jeta Rûs li nava sînorê Sûriyeyê re, bi dîtina min wê Rûsya li herêmê bikeve nava pozîsyoneke bêhtir aktîf. Bi vê yekê re wê hîn bêhtir xwe bide hîskirin û bibe parçeyeke rastî yê vî şerî."

Pavlovîç da xuyakirin ku bûyera jeta Rûs wê bi xwe re rewşên nû bîne û anî ziman ku girîng e di asta heyî de bûyer ji aliyê Rûsyayê ve bi berfirehî were lêkolînkirin.

'EV BÛYER WÊ BANDORÊ LI RÊVEÇÛNA ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ BIKE'

Pavlovîç got, "Tirkiye û NATO'yê li ser xistina balafira Rûs hînê daxuyaniyeke ku aliyê Rûs bê tetmîn bibe nekirine. Ev yek rayedarên Rûs bêhtir aciz dike. Encama ku em ji vê derê derdixînin ew e ku balafira me bi zanebûn hatiye xistin. Bêguman ev bûyer wê bandorê li rêveçûna şerê li Sûriyeyê bike û di dema pêş de bi daxuyanî û helwestên aliyan re wê cidiyeta bûyerê zelaltir bibe. Yanî wê Rûsya bêhtir tevlî şer bibe."

VYAÇESLAVOVÎÇ: RÛSYA WÊ VÊ BÛYERÊ BÊBERSIV NEHÊLE

Tarasov Stanîslav Vyaçeslavovîç jî da xuyakirin ku li gorî agahiyên destpêkê yên gihaştine ber destê wan, ev bûyer provokasyoneke û anî ziman ku di bûyera beriya vê de, piştî sûcdariyên binpêkirina qada hewayî ya Tirkiyeyê ji aliyê Rûsyayê ve, ji bo bûyerên bi vî rengî dubare biryar ahtibû dayîn ku di navbera fermandariyên giştî yên her du welatan de xeteke taybet a têkiliyê bê avakirin.

Vyaçeslavovîç diyar kir ku bi qasî tê zanîn ev xet dixebite û Fermandariya Giştî ya Rûsyayê li ser tevgera xwe ya li Sûriyeyê agahiyan dide Fermandariya Giştî ya Tirkiyeyê.

Vyaçeslavovîç bal kişand ser îdîayên ku dibêjin 'Rûsyayê qada hewayî ya Tirkiyeyê binpê kiriye' û ragihand ku ev îdîa rast jî bin, wezîfeya Tirkiyeyê bû ku bi rêya vê xeta taybet, aliyê Rûs agahdar bike, lê tê dîtin ku ev mekanîzma nehatiye xebitandin.

Vyaçeslavovîç da xuyakirin ku Tirkiye baş dizane Rûsya ji bo çi li Sûriyeyê ye, li dijî kê şer dike û ev yek ne li dijî Tirkiyeyê ye. Vyaçeslavovîç got, "Ji ber vê yekê diviyabû aliyê Tirk beriya her tiştî bi rayedarên Rûs re têkilî dianîna û rewş zelal bikira. Yanî der barê vê rewşê de diviyabû nîqaşek hebûya. Lê rayedarên Tirk çi kirin? Li şûna li rayedarên Rûs bigerin, li rayedarên NATO geriyan û agahî dan. Vê yekê jî rê li ber pirsan vekir û dibetiya 'ev bûyer bi zanebûn hatiye kirin' û provokasyoneke, xurt kir. Ji bo ku mirov li ser bûyerê tiştekî zelal bibêjin hînê zû ye. Lê her kes dizane ku li wê derê baregeha leşkerî ya Rûsyayê heye û leşker wê vê bûyerê bêbersiv nehêlin. Rûsya bûyerê bi hemû detayan nîqaş dike. Ji bo bi awayê herî baş bersiv were dayîn, vebijark tên nirxandin. Xuayye ev bûyer wê bi awayekî cidî bandorê li têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê bike. Betalkirina gera Lavrov a ji bo Tirkiyeyê, işareta vê ye."