Lavrov ziyareta xwe ya Tirkiyeyê betal kir

Piştî ku dewleta Tirk balafira Rûs xist û şûnve krîz mezin dibe. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ê ziyareta xwe ya Tirkiyeyê betal kir diyar kir ku Tirkiye ji bo welatiyên Rûs bi tehlûke ye.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ziyareta xwe ya Tirkiyeyê ya wê sibe pêk bihata betal kir. Lavrov xwest welatiyên Rûsyayê Tirkiye ziyaret nekin û got: "Tehdîda terorîzmê ya li Tirkiyeyê ji ya li Misrê ne kêmtir e." Li gor nûçeya di ajansa nûçeyan a Rûs Ria Novosti de Serokê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Navneteweyî ya Meclîsa Dûma Aleksey Pûşkov di daxuyaniya xwe de got ku Tirkiye ji bo welatiyên Rûs dibe welatekî bi tehlûke.

Balafira Şer a Rûs Su 24 bi îdîaya li herêma Bayirbûcak a Sûriyeyê qada hewayî ya Tirk îxlal kiriye ji aliyê 2 balafirên şer ên F-16 hatibû xistin. Tûgayên Tirkmen ên dewleta Tirk piştgiriya wan dike diyar kirin ku li du pîlotên Rûs ên bi paraşûtê ji balafirê xwe avêtibûn dane.