ANALÎZ

'Kurdîtiya Azad wê li ser berxwedana Cizîr û Sûrê ava bibe'

Selahattîn Erdem, di salvgera Berxwedana Xwerêvêberiyê de bal kişandine ser rista berxwedanê û got, "Eger Kurdîtiya azad hebe ku ev bêguman e, wê li ser bingeha berxwedanên Cizîr û Sûrê û şehîdên qehreman hebe."

Selahattîn Erdem di nivîsa xwe de balê dikişîne ser pêvajoya beriya Berxwedana Xwerêberiyê, sedemên ku ev berxwedana bi xwe re anîn destnîşan dike û dibêje Kurd ne weke tercîhekê ev berxwedana dane destpêkirin lê  wêke rêyeke bivênevê û tekane li ber xwe dane: "Ya duyemîn jî, gelê Kurd û tevgera azadiyê bê ku li rewşa xwe ya amadeyî binêre, neçar maye ku li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bikeve nav berxwedanê. Ji bo vê jî her cure bedel li ber çav hatîn girtin. Ango ev berxwedana navbuhurî ji bo gelê Kurd û bizava azadiyê ne wek tercîhekê encam da. Kurd li hember êrîşên îmhayî, ji bo xweparastinê ketin nav berxwedanê. Hebûn û berxwedana azadiyê ji bo Kurdan ne wek tercîh, lê wek rêyeke bivênevê û tekane derketiye holê."

Nivîsa Erdem a bi sernavê, "Di Salvgera Yekemîn de Berxwedana Sûrê û Cizîrê" ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê wiha ye:

"Dîrok yekemîn salvegera berxwedanên xweseriya demokratîk yên Cizîr û Sûrê ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd gihandin ber serkeftinê qeyd dike. Bi vê mebestê em di kesayetiya şoreşgerên mezin Çiyager, Axîn, Sevê û Zamanî de dîsa di kesayetiya hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yûksel de tevahiya şehîdên xweseriya demokratîk bi bîr tînin. Em şanaziyê bi wan şehîdên pîroz dikin û em bawer in heta ku Kurdîtî û mirovahî zindî be, ew ê tim bi şanazî bêne bi bîr anîn.  

Em baş dizanin ku berxwedanên Cizîr û Sûrê mohra xwe li payîza salên 2015 û 2016’an dan. Îro jî berxwedanên navbuhurî bi awayekî berfireh tên niqaşkirin û wisa diyar e ku wê di pêvajoya li pêş me jî bi kûrahî bên analîzkirin. Lewre ev berxwedanên dîrokî, di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi awayekî mayînde cih girtine û bandora wan jî wê her berdewam bike. Bi zelalî tê dîtin ku ev şehîdên berxwedanên navbuhurî wê di dilê gelê Kurd de herdem bijîn. 

Bêguman divê berxwedanên xweseriya demokratîk yên di bin pêşengiya Cizîr û Sûrê de bi awayekî berfirehî bêne analîzkirin. Ango beriya berxwedanê û piştî berxwedanê rewş çi bû? Baş tê zanîn ku beriya wê, berxwedanên gelê Kurd yên li dijî faşîzma DAÎŞ’ê yên li Şingal û Kobaniyê bû, piştî wê jî berxwedana azadîyê ya li dijî faşîzma AKP û MHP’ê ye.  
 
Divê neyê jibîrkirin ku berxwedanên Cizîr û Sûre li dijî êrîşa giştî ya faşîzma AKP’ê ku li Şingal û Kobaniyê şikestibû, di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de wenda kiribû, piştre bi desteka MHP û Amerîkayê di 24’ê Tîrmehê de dest bi êrîşa topyekûn kiribû. Ev êrîşa navbuhurî jî ji aliyê faşîzma AKP’ê ya li dijî berxwedanên Şingal û Kobaniyê têk çû û li hember serhildanên 6 û 8’ê Cotmeha 2014’an bi sawdariyê ket, her wiha di kombûna 30’ê Cotmeha 2014’an ya MGK’ê (Desteya Eewlkeriya Millî ya Tirk)  de ev konsepta şerê taybet hat destpêkirin.  

Tê dîtin ku gelek sedemên ku berxwedanên Cizîr û Sûre tînin rojevê hene. Yekemîn sedem, êrîş û têkçûna DAÎŞ’ê ya li Şingal û Kobanê ye. Ya duyemîn jî, biryara ku faşîzma AKP’ê bi tirsa ji serhildanên 6 û 7’ê Cotmehê, ji kombûna 30’ê Cotmehê a MGK’ê derxistî ye. Ya sêyemîn jî, êrîşa topyekûn a faşîzma AKP’ê ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de şikest û xwest vêna bi rêka şerî şûnde vegerîne. 

Em ji van hemûyan digihijîne encamekê pir girîng ya ku ji aliyê raya giştî ve tê zanîn, lê ji aliyê alîgirên AKP’ê ve bi zanabûn tê manûpûlekirin. Her wiha berxwedanên Cizîr û Sûrê wek êrîşek ji aliyê gelê Kurd ve li hemberê rêveberiya AKP’ê û dewleta Tirk nehatine lidarxistin. Berewajiyê wê, Kurdan li dijî êrîşa topyekûn a ku AKP’ê di 24’ê Tîrmeha sala 2015’an dayî destpêkirin, ji bo xwe parastinê berxwedanên navbuhurî pêk anîne. 

Ya duyemîn jî, gelê Kurd û tevgera azadiyê bê ku li rewşa xwe ya amadeyî binêre, neçar maye ku li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bikeve nav berxwedanê. Ji bo vê jî her cure bedel li ber çav hatîn girtin. Ango ev berxwedana navbuhurî ji bo gelê Kurd û bizava azadiyê ne wek tercîhekê encam da. Kurd li hember êrîşên îmhayî, ji bo xweparastinê ketin nav berxwedanê. Hebûn û berxwedana azadiyê ji bo Kurdan ne wek tercîh, lê wek rêyeke bivênevê û tekane derketiye holê.

Li gel ku rastî wiha ye jî ji wê rojê şûnde hin kesên pasifist û teslîmiyetparêz wek bi yekdengî dibêjin: çima berxwedan hatin lidarxistin? Divabû ev berxwedan pêknehatibana . Ji wêrankirina tax û bajarên Kurdan û xisara encamdayî jî Kurdan û hêzên berxwedanê berpirsyar dibînin. 

Ya rastî mal û taxên Kurdistanê li pêş çavên her kesî ji aliyê hêzên faşîst yên Tirk ve hatin xerakirin. Eger berxwedan nebûna jî ev wêrankirin wê ji aliyê wan hêzan ve bihatina kirin. Wê zêdetir jî bihatina kirin. Lewre ji mêj ve ev biryar hatibû girtin û plan jî hatibûn amadekirin. Berxwedanên di pêşengiya Cizîr û Sûrê de kir ku wêrankirina hêzên faşîst hindek jî bi sinor be. 

Niha nedîtina wehşeta faşîzmê, xerakirin û wêrankirina wê û nedîtina faşîstan an jî berpirsyargirtina berxwedana azadiyê tê çi maneyê? Dibêjin, eger berxwedana azadiyê nebûya, wêrankirina faşîzmê jî pêk nedihat. Baş e aliyekî têgihiştinê ya van gotinan heye? Carek ev berxwedan li dijî wêrankirina faşîzmê bi pêş ketin. Em bêjin Kurd ji bo azadiya xwe ketin nav berxwedanê, ma ev rewş mafê xerakirin û wêrankirina tax û bajarên Kurdan dide hinekan? Diyar e ku bersiva vê pirsê jî na yê!...

Ango her fikra li dijî berxwedanê, her gotin û lebata bi wî rengî wê ne tenê teslîmiyet û pasîfîzmê, wê di heman demê de li cem faşîst û xerabkeran cihê xwe bigire. Ya rastî gelê Kurd hebûn û azadiya xwe bi rêka van berxwedanan parastiye û îro vana misoger kiriye. Gelê Kurd di dema dawiyê de, her tiştê xwe bi rêka berxwedanên xweseriya demokratîk a li Cizîr û Sûrê bi dest xistiye.Nasname, rûmet, yekîtî, girêdana bi rabirdûyê re, siberoja azad, bi kinahî her tişt ji aliyê şehîdên qehreman yên vê demê ve hatîn parastin. Lewre divê her Kurdê welatparêz û birûmet xwedî li van berxwedan û şehîdên qehreman derkevin û şanaziyê bi wan bikin. Eger Kurdîtiya azad hebe ku ev bêguman e, wê li ser bingeha berxwedanên Cizîr û Sûrê û şehîdên qehreman hebe.

Helbet xala ku li vana bê zêdekirin jî, di nav pratîkên van berxwedanên navbuhurî de, di berçav re derbaskirina kêmasî û şaşiyan e. Mezinbûn û qehremaniya berxwedanan nayê wê wateyê ku ti kêmasî û şaşiyên wan çênebûne.Helbet li ser navê kêmasî û çewtiyên berxwedanên navbuhurî çênabe ku ev berxwedanên dîrokî bi tevahî şaş bên nîşandayîn û di nav kategoriyeke neyînî de bên pênasekirin. Divê xwedî li mezinbûna wan ya dîrokî bê derketin, paşê kêmasî û şaşiyên pratîkî bên eşkerekirin û wisa jî çare bên dîtin.

Bêguman vêna encax yên bi rastî û bi awayekî encamgir yên berxwedanên navbuhurî jiyane wê bikin. Di berxwedanê de zeyîfbûna amadekirinê, rola îradeya civakî û siyasî, rewşa koma teng a çekdarî, hevrabûna rêxistinî û birêvebirinî, ne hesibandina paş ve vekişînê, ji destpêkê heta dawiyê ecemîtî û amatoriyên encam dayîn, dive bi sedem û encamên wê ve bêne lêkolînkirin û dersên pêwîst jê bên derxistin. 

Yên bikarin bi rexne û rexnedaneke rast dersê ji van berxwedanên dîrokî derxin û xwe derbasî serdema nû ya têkoşînê bikin wê di serdema nû de bi ser jî bikevin. Dîsa encex yên wiha bikin, wê bikarin bi rastî jî xwedî li şehîdên qehreman yên berxwedanê jî derkevin.