BI DÎMEN

Kurdistaniyên li Adigeyê ji bo Ocalan meşiyan

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Girseya gel ji ber Navenda Çanda Kurd a Adigeyê heta Mala Kurdan meşiya, alên PKK, KCK, KJK, HPG'ê hil da, pankartên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu", "Na ji qirkirina siyasî re" vekir û ji bo Ocalan dirûşme qîriya.

Meş ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê û Organîzasyona Jinên Kurd ve hat lidarxistin. Li dû meşê daxuyaniyek hevpar hat dayîn û bal hat kişandin ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di daxuyaniyê de, li dijî polîtîkayên tinekirinê yên dewleta Tirk bang li gelê Kurd hat kirin ku xwedî li nirxên xwe derkeve û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd têbikoşe.

Di daxuyaniyê de, tecrîda li ser Ocalan ku ji aliyê AKP û dewleta Tirk ve hatiye şidandin bi zimanekî tund hat şermezarkirin.

...