BI DÎMEN

Kurdistaniyan li Montpellîerê dest bi greva birçîbûnê kirin

Kurdistaniyên li bajarê Fransa Montpellîerê dijîn, bi armanca şermerzarkirina êrîşên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê kirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê, Navenda Civaka Demokratîk a Montpellîerê, li meydana herî qelebalix a bajêr Place De La Comedîe greva birçîbûnê organîze kir. Tevî hemû astengiyên polîsên Fransayê jî grevê destpê kir.

Çalakgeran dan xuyakirin, ku greva birçîbûnê wê du rojan bidome û sibe bi heman armancê wê meşek were lidarxistin. Komîteya Amadekar a çalakiyê ji bo meşa ji Peyroû Pîtot destpê bike û Comedîe bidome, banga tevlîbûnê kir.

Kurdistanî li kolanên herî qelebalix ên Montpellîerê, li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike û berxwedana gelê Kurd a li hemberî vê wehşetê, belavokên bi zimanê Fransî belav dikin.

...