Kurdên li Oslo komkujiya Qamişloyê şermezar kirin

Li paytexta Norwecê Osloyê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Oslo , li ber derê Parlementoya Norwecê Kurd kom bûn û bi çalakiyekê komkujiya li Qamişloyê şermezar kirin.

Ji bo bîranîna kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û li ser paçekî reş wêneyên qurbaniyên komkujiyê hat danîn û find hatin pêxistin.

Di çalakiyê de Hevseroka  Navenda Civaka Demokratîk a Oslo Ayser Yuce bi axaftinek Kurdî û Norwecî komkujiya li Qamişloyê şermezar kir.

Nunerên PYD, KNK, GORAN û PJAK jî bi daxuyaiyên xwe komkujiya li Qamişloyê şermezar kirin.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên li dijî DAIŞ û AKP-Erdogan hatin qîrîn.

Turîstên ku  Ji ber derê parlementoyê re derbas dibûn, elaqeyek mezin nişan dan.

Çalakî  bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...