Kurdên li Nantesê: Em xwedî li vîna xwe derkevin

Biryara darbeyê ya li hemberî HDP'ê li Nantesê hat şermezarkirin.

Li bajarê Fransa Nantesê, darbeya AKP/Qesrê ya li hemberî HDP'ê, ku bi rakirina destnedana parlamenteriyê pêk anî, hat şermezarkirin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer û Komeleya Jinê ya Zîn, Kurdistanî li Place du Commerce li hev civiyan û daxuyaniyek li vir dan çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de Fransiyên dostên Kurdan jî li qadê amade bûn. Hevseroka Navendê Civaka Demokratîk Gulasor Ûzûnpinar daxuyanî xwend û got, "Rakirina destnedana HDP'ê nîşan dide ku Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve diçe." Ûzûnpinar got, "Divê em xwedî li vîna xwe derkevin. Pêwîste em vê helwesta antî demokratîk ji Yekîtiya Ewropayê re vebêjin. Girîng e bala raya giştî jî li ser vê mijarê be."

Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...